Alîkariya li Elmanyayê hat komkirin gihîşt Şengalê
Alîkariya ji bo Êzidiyên li Çiyayê Şengalê ji aliyê Kurdistaniyên li Elmanyayê ve hat komkirin, gihîşt Şengalê.

Alîkariya bi qemyonekê hat ji aliyê yek ji rêveberên TEVDA'yê Xelîl Şengalî ve hat pêşwazîkirin. Şengalî ji mirovên alîkariya pêlav û kincan şandiye re spasiyên xwe pêşkêş kir. Şengalî her wiha spasiyên xwe pêşkêşî Tevgera Alîkariya Rojava jî kir ku alîkarî gihandiye Çiyayê Şengalê.
PÊWÎSTÎ BI XWARIN, KON Û DERMANAN HEYE
Şengalî bal kişand ser pêwîstiyên sereke yên gel û got, "Ji ber şert û mercên havînê, ji kincan bêhtir pêwîstî bi xwarinê heye. Her wiha ji ber germa zêde pêwîstî bi kon û konteyniran heye. Ji ber germê nexweşî jî der dibin, lewma pêwîstiyeke cidî bi dermanan heye. Di serî de gelê Kurd bang li tevahiya saziyên însanî dikim; em li benda alîkariya we ne."