Aldar Xelîl: Sibê deriyê Rojava vedibe

Aldar Xelîl: Sibê deriyê Rojava vedibe

Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl diyar kir ku sibe deriyê sînor ê di navber Rojava û Başûrê Kurdistanê vedibe. Xelîl da zanbîn ku dê vekirina derî ji bo veguheztina alîkariyên mirovahî ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê pêk bê.

Endamê Desteya Bilind a kurd Aldar xelîl ji ANF’ê re ragihand ku deriyê sînor di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê dive îro bihata vekirin û got: “Lê ji sedema barîna berfê li Dihokê vekirina deriyê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de dê sibe pêk bê.”

Xelîl destnîşan kir ku deriyê vebe, dê li beranberî Gundê Sêmalkan a herêma Koçerata be û got: “ Rêveberiya derî dê di destê komîteya girêdayî Desteya Bilind a Kurd be.” Her wiha Xelîl da zanîn ku derî niha ji bo veguhestina alîkariyên mirovahî ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê hatine berhevkirin, di demên pêşde dibe ev derî ji bo karên bazirganiyê were bikaranîn.

Xelîl bal kişand ser venekirina derî û diyar kir li gorî zagonên Iraqê Hukumeta Başûrê Kurdistanê bê destûra hukumeta Îraqê nikarîbû derî vekiriba û got: “Niha ji ber ku hukumeta Malikî biryar da ku derî veke hukumeta Başûrê Kurdistanê jî biryar da ku derî vebe.” Xelîl da zanîn ku ger Malikî sozên xwe bi cih bîne dê derî di aliyê Tilkoçer jî di demek nêz de were vekirin.

Li ser pirsa ku vekirina rê ji bo veguheztina alîkariyan, Xelîl ragihand ku berê rê amide ye, lê ji sala 1992’an ve nehatiye bikaranîn, niha em ê wê riyê bi kar bînin.

Embargoya li ser gelê Rojavayê Kurdistanê piştî berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku li Serêkaniyê li dijî komên çekdar pêk hat. Riyên ku wek riyên bazirganiyê ji bajarên din yên Sûryeyê girtin û wesayitên ku madeyên sotemeniyê, ard, şekir û derman ber bi Rojavayê Kurdistanê ve tînin desteser kirin. Jixwe sînorê dirêj di navbera Rojava û Bakûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve girtiye. Hukumeta Başûrê Kurdistanê rê venekir.

Gelê Rojavayê Kurdistanê bi vê embargoya ku hate meşandin nava zehmetiyên jiyanê de ye. Êdî derman, nan û madeyên sotemeniyê bi zehmetî tên peydakirin.