Aldar Xelîl: Gelê me dê bi ser bikeve

Aldar Xelîl: Gelê me dê bi ser bikeve

Li bajarê Hesekê civîna Meclisa Gel a Hesekê ya duyemîn bi beşdarbûna hemû endamên meclisên taxan û komîteyên xizmetan ya bajêr hate lidarxistin. Endamê Desteya Rêvebir a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Endamê Desteya Bilind a Kurd (DBK) Aldar Xelîl di civînê de beşdar bû û diyar kir ku dê li hemberî embargoyê gel bi ser bikeve.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre edamê Endamê Desteya Rêvebir a Tevgera Civaka demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl axivî û civîna ku di vê dema hesas de tê lidarxistin li beşdaran pîroz kir. Her wiha Xelîl di axaftina xwede diyar kir:

''Salek û neh meh di ser şoreşa li Sûriyeyê re derbas bû, xelkên li Sûryeyê bi hemû îmkanên xwe qurbayiên şoreşê dan. Şoreş kete rewşeke ku şer û pevçûn zêde bûye. Komikên çekdar pir bûne, di encama van komikan de şerê navxweyî derdikeve û di dawiyê de me bûyera li Hesekê dît, em bi hemû hêza xwe li dijî şerên wiha ser dikevin''.

Xelîl destnîşan kir ku pêdeviya wan bi jiyana biratî heye û got: “Divê em hemû netewên ku bi me re dijîn bi xwe re beşdarî projeyeyên xwe bikin.” Xelîl rewşa aborî ya xerab ku gelê Rojavayê Kurdistanê dijî nirxand û got:''Rewşa ku neha gelên me dijî, ji ber embargoya ku herêmên li Rojavayê Kurdistanê heye, mebesta wan ji ambargoyê ew e ku li gorî xwe gelên me bi xwe ve girêdin, ev siyaset bi kar anîn, ji ber ku siyaseta rejîmê bi ser neketin, ev embargo li ser gelê me bandor nake. Dê xebata xwe bikin û dê di dawiyê de gelê me wê bi ser bikeve''.

Piştre Xelîl pirsên ku di civîn de derbarê rewşa Serêkaniyê û girtina sînor jê hatin kirin bersivandin. Cîgirê Serokê Meclisa Gel a Bajarê Hesekê Hejar Mehmûd rapora Meclisê ya 6 mehên dawî xwend, nîqaş û nerîn jı aliyê endaman ve li ser hatin kirin.

Endama Desteya Rêvebir a TEV-DEM'ê Zelal Mihemed li ser rola cidî ya meclisan axivî û li ser bingeha rexne û rexne dayin axivî.

Di dawiya civînê de endaman nerînên xwe ji bo dema were dan û nêrîn û nîqaş li ser hatine kirin. girıngiya biratiya gelan di Rojavayê Kurdistanê de ku bajarên mîna Hesekê, Serêkaniyê û Tiltemir nimûne ji bo wê.