AKP komên çekdar dişîne şerê PYD’ê- Tariq Hemo

AKP komên çekdar dişîne şerê PYD’ê- Tariq Hemo

Dewleta Tirk hewledanên xwe yên têkbirina Kurdên Rojava berdewam dike. Di vê dema dawî de çend nîşanên nû yên destdirêjiya AKP’ê li himberî Kurdên Rojava derketin holê. Ev hewledan di çarçoveya siyaseta dewleta Tirk ya têkbirina destkeftiyên gelê Rojava de tê birêvebirin. Ew pêkanîna xalên civîna Konseya Ewlekariya Netewî ya Tirk (MGK)’ê ya derbarê pêşveçûnên li rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê de ne.

Beriya hefteyekê hin ciwanên ji ‘kordînasyona Amûdê’ ku girêdayî hin kesayetiyên esil Kurd yên di nava ‘Meclisa Stenbolê’ de, dema dixwestin derbasî Tirkiyeyê bibin ji aliyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatin girtin. Li gorî çavkaniyên YPG ev kes bi aliyê Tirk re di nava têkilyê de bûn û ji bo wan rê ji “mayinan” jî hatibû paqijkirin. Ew ji bo wergirtina pere û alavên cûda derbasî aliyê din yê sînor bûbûn. Piştî girtina van kesan, hin kesayetiyên marjînalkirî yên bi dijayetiya xwe ya li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê naskirî ne, dest bi kampanyaya reşkirinê kirine. Vê kampanyayê demekê di hin malperên Kurdên Rojava de dewam kir. Hêjayê gotinê ye ku ev malper bi zimanê Erebî weşana xwe dikin û rojane bi dehan gotar û analîzan li dijî PYD’ê û yekîtiya Kurdan belav dikin û hewl didin muxalefeta Ereb li dijî hizra netewî ya gelê Rojava û xebata PYD’ê sor bikin. PYD ji wan re bûye hedefa yekemîn. Di dema rejîma Esad li taxa Şêx Meqsûd a Helebê 21 Kurd kuştin û di heman rojê de kêştiyek nêzî Îzimîrê bin av bû û di encamê de 63 Kurdan jiyana xwe ji dest dan, van malperan kampanyaya reşkirina PYD dewam dikir û bi qasî ku bi şerê li dijî PYD û Desteya Bilind ya Kurd mijûl bûbûn, ne ewqasî bi mirina 84 Kurdan!

Divê bê zanîn ku AKP bi riya peyayên xwe yên di nava ‘Meclisa Stenbolê’ de gelek ‘siyasetmedar’ û ‘rewşenbîrên’ Rojava kirî ne. AKP ev kes ji bo siyaseta xwe ya li dijî mafê gelê Kurd kirine alav û mertal. Ev kesayet niha bi hinceta ‘piştgirtiya serhidana gel a li Sûriyeyê’ êrîşî nirxên gelê xwe dikin û tevahiya hêzên siyasî yên Rojava bi alîkariya rejîma Esad tewanbar dikin. Ew agahiyên sexte didin hêzên muxalefeta Ereb û dibin sedemek ji sedemên siyaseta înkarê ya van hêzan li dijî mafên Kurdên Rojava. Jixwe di vê dema dawî de hin kesan komek çekdar bi navê ‘Azadiyên Qamişlo’ damezirand û yekser gef li Kurdan û PYD xwarin. Ev koma çekdar a duyemîne ku AKP’ê li Rojava didamezrîne. Koma yekemîn ya bi bavê ‘Azadiyên Efrînê’ bû. Vê komê şervanê YPG’ê Çekdar Amed qetil kir. Ew bû sedema êrîşên belafirên şer yên rejîma Esed li dijî texa Şêx Meqsûd û bajarê Basûtê. Vê komê hin bajar û gundên herema Efrînê ji xwe re kirine bingeh û ji wir êrîşî hêzên rejîma Esed dike. Ew bi vî şêweyî ewlekariya welatiyên Kurd dixe metirsiyê. Lê divê baş bê zanîn ku ev yek bi talîmat û biryaran AKP’ê tê kirin.

Ji destpêka serhildana gelê Sûriyeyê me diyar kir ku AKP dê bela xwe ji Kurdên Rojava veneke. Wê hewl bide koman ava bike û bi riya pere û çekan wan li dijî PYD û hêzên welatparêz bi kar bîne. Jixwe beriya demekê kadoryekî hêzek marjînal bi navê “Şepêla Pêşerojê” mikur hatibû ku wan têkilî bi dewleta Tirk re danîne û ji bo çek û pere hatine pêşinyar kirin. Vî mirovî ev siyaset red kir û li ser xwe ixanet qebûl nekir û li her tiştî mikur hat û tevahiya bûyerê ji raya giştî re eşker kir.

Li derveyî Kurdistanê jî mirovên bi van hêzên merjînal ketine nava liv û tevgerê û plana dewleta Tirk ya li dijî yekîtiya Kurdan pêk tînin. Ew bi zimanên biyanî derewan li dijî PYD’ê belav dikin û hewl didin wê krîmînalîze bikin. Ev mirov kesên bi dijminatiya xwe ya li himberî Tevgera Azadiya Kurdistanê naskirî ne û ji mêj şerê wê bi her awayî dimeşînin.

Ji bo PYD û Desteya Bilind a Kurd ( ku niha nûneratiya tevahiya gelê Rojava dike) li dijî van koman bi serfirazî karê xwe bikin û destûrê nedin wan ku plana AKP’ê yên têkbirina herêmên Rojava praktîze bikin, pêwîstî bi bernameyek bi rêk û pêk heye. Divê hemû xalên peymana Hewlêrê pêkbên. Divê YPG bibe hêzek fermî ya Rojava û biryara xwe ji Desteya Bilin a Kurd bistîne. Her wiha divê ev komik û kesayetiyên ku şerê yekîtiya Kurdan dikin di nava raya giştî de werin teşhîrkirin û tedbîr li dijî wan werin standin.

Tişta niha girîng ewe ku hêzên welatparêz yên Kurd û kordînasyonên ciwanên niştimanperwer yên li derveyî Desteya Bilind a Kurd mane dûrî van komikan bikevin û karibin cihê xwe di nava vê yekîtiyê de bigrin. Lê ew komên girêdayî ‘Meclisa Stenbolê’ ya ajana AKP’ê divê werin hetikandin û rastiya wan ji bo gelê Kurd were eşkerkirin.

Her wiha di vê qonaxa girîng de divê KNK rola xwe bileyize û karibe hevpeymanekê di nava hêzên Kurdistanî de deyne da ku destekek xurt ji tevahiya netewa Kurd ji bo Kurdên Rojava were dayin.

Eger Desteya Bilind a Kurd ji aliyê Netewa Kurd mîna nûnerê Kurdên Rojava were îlankirin û naskirin, wê helwest û hêza van komikan lawaz bibe û wê cihê wan di nava gel de nemîne.

Xala herî stratêjîk ji bo gelê Rojava ew e ku divê tu derfet ji bo ajanên dewleta Tirk neyên dayin, da ku heremên Rojava bikin navendên şerê bi hêzên rejîmê re mîna Humis û Helebê. Lê divê bê gotin ku ew komik heta niha bûne sedema êrîşa hêzên rejîma Esed li dijî taxa Kurdan li Helebê û kuştina 21 kesan.

Bê guman wê ev komik bi alîkariya AKP’ê û xwefroşên nêzî muxalefeta Sûriyeyê ya nijadperest hewledanên xwe berdewam bikin…

*Yeni Ozgur Polîtîka