BI DÎMEN

‘ AKP ji bo serkeftinên Kurdan veşêre êrîşî çapemeniya muxalîf dike’

Li Başûrê Kurdistanê nûnerên partiyên siyasî, AKP bi girtina muxalîf û çapemeniya azad, li dijî hiqûqa navneteweyî tevgerê dike.

Berdevkê Çapemeniya Tevgera Goran Nebert Kakaî û Berdevkê Çapemeniya Komala Îslam a Kurdistan Mihemed Celalî ku ji ANF’ê re axivîn, êrîşên AKP’ê yên li ser muxalîf û çapemeniya azad şermezar kirin. Bêhiqûqî girtina saziyên çapemeniya azad û muxalîfan a ji aliyê Qesr/AKP’ê ve nayê qebûlkirin.

Berdevkê Çapemeniya Tevgera Goran Nebert Kakaî: Ti hêz nikare berxwedana gelê Bakurê Kurdisanê bişkîne. Ji ber ku AKP di vê pêvajoyê de pir tengav bûye van êrîşan dide meşandin. AKP ya ku êrîşî çapemeniya azad dike, hewl dide destkeftiyên gelê Kurd û serkeftinên wê asteng bike. Girtina van televîzyonan li gorî yasayê bê hiqûqî ye û ti aliyê wê yê exlaqî nîne. Ji bo li dijî vê yekê bang li her kesê dikim ku têkevin nava tegerê.

Berdevkê Çapemeniya Komala Îslam a Kurdistanê Mihemed Celîl: Ev êrîşên li ser dezgehên çapemeniya azad derveyî exlaqî ne. Girtina dezgehên çapemenî û weşanê tê wateya tengkirina demokrasiyê, tê wateya bêdengkirina muxalîfê. Ev hewldana dewleta Tirk a girtina televîzyon û radoyan ya ku di yasayê de ti hiqûqa wê nîne derveyî exlaqî ye. AKP li derveyî qanûnê tevger dike. Divê her kes li dijî van pêkanînan dengê xwe bilind bike.

...