BI DÎMEN

AKP gav bi gav gelan dixe nava şerê navxweyî

Rêvebera SAMER'ê Genç diyar kir, girseyên gel ên mejiyê wan bi şer hatine dagirtin, zehmet e bi aştiyê qayil bibin û got, AKP gav bi gav gelan dixe nava şerê navxweyî.

Rêvebera Navenda Lêkolînên Stratejîk (SAMER) Yuksel Genç, pêvajoya aştiyê ya li Kolombiyayê, referandûma pêk hat û dersên divê Tirkiye ji vê yekê derxîne, ji ANF'ê re nirxand.

'MAFÊ AŞTIYÊ NABE BIBE MIJARA REFERANDÛMÊ'

Genç da xuyakirin, pêwîstiya mafên bingehîn, mafê jiyanê bi referandûmê nîne û got, "Ev yek mafên mirovahiyê û civakê ne. Mafê aştiyê jî, mafê jiyanê jî parçeyek ji mafên bingehîn e. Di nava civakên ku ji ber şer demeke dirêj ji hev cuda bûne û xisar dîtine, girîng e civak tevlî pêvajoyên biryardayînê bê kirin. Tevî ku referandûmê bi temamî red nakim jî, ji aliyê pîvanî ve rast nabînim. Mafê aştiyê jî, mafê jiyanê jî mafekî bingehîn ê mirovan e. Lewma nabe bibe mijara hilbijartinê."

'EGER HÛN BI ŞER MEJIYÊ MIROVAN DAGIRIN, HÛN Ê NIKARIBIN BI AŞTIYÊ BIDIN ÎQNAKIRIN'

Genç encama neyînî ya referandûma li Kolombiyayê bibîr xist û got, "Girseyên gel ên bûn mexdûrên şer, nekarî biçin ser sindoqan an jî derfet nedîtin. Diviyabû ev pirsgirêk bihata çareserkirin, lê nehat kirin. Mirov dikarin gelek detayan di vî warî de bilêv bikin. Lê pirsgirêka bingehîn ev e; yên çûn ser sindoqê çima ji aştiyê re negotin 'erê'. Ji tecrûbeya Kolombiyayê ev encam derdikeve holê; Eger hûn aboriya welatekî li gorî şer ava bikin, psîkolojiya civakekê li gorî şer bafirîne û siberoja li gorî şer destnîşan bikin, wê şensê we yê pêkanîna aştiyê gelekî zehmet be. Her wiha, eger hûn gavên beriya niha di mijara aştiyê de hatine avêtin biçûk bibînin, hûn ê bi hêsanî nikaribin zor û zehmetiyan çareser bikin û xwe bigihînin aştiyê."

Yuksel Genç anî ziman, mînaka Kolombiyayê nîşan da ku eger mirov gelan bi êşên giran re rû bi rû bihêlin, hêza gelan a ji bo parastina aştiyê dibe ku nemîne.

'RÛNIŞTINA LI DORA MASÊ BI RENGEKÎ XURT, AŞTIYÊ NÎNE'

Genç destnîşan kir, ku pêvajoya hilweşînên girseyî yên li Kolombiyayê, hêza xwestina aştiyê ya mirovan têk bir û got, "Yek ji dersên herî mezin ên ku divê Tirkiye ji nav derxîne, ev e. Ji ber ku kengî pêvajoyeke aştiyê rû bide yan jî hêviyek di vî warî de derkeve holê, şerekî mezin dest pê dike. Ev şer jî bi giranî bi vî rengî tên vegotin: alî naxwazin bi rengekî qels li dora maseyê rûnên, dewlet dixwaze hêza li hemberî xwe qels bike." Genç da zanîn, mînaka Kolombiyayê nîşan dide rûniştina bi xurtî li dora maseyê, têra pêkhatina aştiyê nake.

'CIVAKA TIRKIYEYÊ DI BIN HEGEMONYA NÊRÎNA DESTHILATDARIYÊ DE YE'

Genç diyar kir, nêrîn û têgihiştina civaka Tirkiyeyê ji aliyê desthilatdariyê ve tê birêvebirin û ev nirxandin kir: "Mînak; me dît ku di nava sê rojan de civaka Tirk tevî hemû aliyan dikare daxwaza aştiyê bike. Rûniştina bi Birêz Ocalan re li dora maseyê, di nava civaka Tirk de rê li ber nerazîbûnê venekir. Lê belê li aliyê din, me dît ku di nava sê rojan de heman civak dikare daxwaza îdamkirina Birêz Ocalan bike.

Desthilatdariya ku psîkolojiya girseyan bi rê ve dibin, bila nebêjin 'Ez îro berê civakê didim nîjadperestiyê, şer, lê sibe ez bixwazim ez ê bidim aştiyê'. Kolombiyayê di vî warî de jî dersek da me; Eger hûn girseyên gel bi vî rengî bi rê ve bibin, dema we xwestin berê gel bidin aliyekî din, dibe ku hûn kontrolê winda bikin."

'GELÊ KURD PÊŞÎ LI ŞERÊ NAVXWEYÎ YÊ LI TIRKIYEYÊ DIGIRE'

Rêvebera SAMER'ê Yuksel Genç da xuyakirin, ku eger di nava şert û mercên heyî de îro li Tirkiyeyê şerekî navxweyî naqewime, gel ranahêjin çekan û li dijî hev şer nakin, ev yek bi saya nêzîkatiya gelê Kurd pêk tê û got, "Ev yek nîşan dide, ku di nava civakan de hin hêz hê xwe diparêzin. Ev yek jî baweriyê dide me."

'PÊKANÎNÊN DESTHILATDARIYÊ DIBE KU CIVAKÊ BIXE NAVA ŞERÊ NAVXWEYÎ'

Genç bal kişand ser zext û zordariya hikûmet li civakê dike û got, "Zextên bi vî rengî qada demokratîk ji holê radike. Divê mirov yekser bêjin; eger qada demokratîk ji holê were rakirin, wê rêbaz û amûrên ne demokratîk bikevin dewrê. Polîtîkaya zordariyê, daxwaza şîdetê derdixîne pêş. Ev rewş jî di nava civakan de dikare rê li ber şerê navxweyî veke. Ev jî wê ji bo civakan bibe felaket û dojeh."

Genç destnîşan kir, ku eger desthilatdariyê van pêkanînên xwe bidomîne, şerekî bi vî rengî dikare rû bide û got, "Mirov, civak li ser heman rêyê nasekinin, piştî wextekê diteqin. Eger desthilatdariya li Tirkiyeyê dest ji polîtîkaya xwe ya heyî ya zordariyê bernede, dibe ku pêvajoyeke bi vî rengî rû bide."

...