Nûnerên Partiyên siyasî diyar kirin ku, salvegera komkujiya Roboskiyê nêzîk dibe, lê hêj kujer nehatine dîtin û nehatine darizandin. Nûneran bertekên xwe anîn ziman û dan zanîn ku, hikûmet dixwaze komkujiyê veşêre. Nûneran destnîşan kir ku, hikûmeta AKP'ê bi komkujiya Roboskiyê rûyên xwe yên rastîn aşkere kir û hêj kujer ronî nekirine û ceza nekirine.
Piştî hefteyek din li ser komkujiya Roboskiyê re salek derbaz dibe. Lê hêj kujer nehatin ronîkirin û nehatin cezakirin. Balefirên şer yên artêşa Tirk di 28'ê Kanûna 2011'an de li gundê Roboskiyê yê Qilebana Şirnexê li ser gundiyên Kurd bombebarandin. Di bombebarana balefirên şer yên artêşa Tirk de 19 jê zarok 34 Kurd hatin qetilkirin. Lê li gel bi dehan caran çalakiyên girseyî hatin lidarxistin û ji hikûmetê hate xwestin ku kujer bên ronikirin, hêj kujer nehatine darizandin. Saziyên sivîl ên civaki û partiyên siyasî dê di 28'ê Kanûnê de biçin Roboskiyê û dê hesabê komkujiyê bi pirsin. Gelek nûnerên partiyên siyasî yên kurdan bertek nîşanî hikûmeta AKP'ê dan.
OSP: AKP BI ISRAR SER KOMKUJIYÊ DIGIRE
Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîzm û Azadiyê (OSP) Sinan Çîftyurek bertek nîşanî helwesta hikûmetê ya li hemberî komkujiyê da û wiha got: "Komkujiya Roboskiyê peyama li dijî hemû kurdên Kurdistanê ye. Bi vê peyamê ji gelê Kurd dixwazin ku xweseriya demokratîk û mafê xwe yên demokratîk nexwazin. Gelê herêmê li wir bazirganî dikir, lê bi fermana AKP'ê li dijî bazirganan komkujî pêk hat. Hikûmeta AKP'ê naxwaze di nava qada navnetneweyî de bê niqaşkirin û dixwazin ser komkujiyê bigirin. Ji bo komkujiya Roboskiyê bê ronîkirin divê muxaleftek xurt bê nîşandan.
KADEP: AKP'Ê DI KOMKUJIYÊ DE RÛYÊ XWE YÊ RASTÎN NÎŞAN DA
Cîgirê Serokê Giştî yê KADEP'ê Lutfu Baksî jî anî ziman ku, ji destpêka komarê heta niha hemû daxwazên kurdan ên azadiyê bi xwîn û komkujiyê hatiye tepisandin û wiha got: "Yek ji van komkujiyan, komkujiya Roboskiyê ye. Hikumeta AKP'ê bi hin gotinên xwe hêvî dide mirovên misilman. Lê ev li ser înkar û îmhaya kurdan hatine avakirin. Di demê de hate dîtin ku, hikûmet berdewama Îttihat Terrakiyê ye. Hikûmeta AKP'ê dewletparêz û xwe bi kurdan şirîn dide xuyakirin. Lê di rastiya xwe de li dijî kurdane. Ji bo kurdan bixapîne TRT-6 vekir. Piştî hikûmetê dewlet xist bin kontorla xwe ruyê xwe yê rastîn nîşan da. Niha welatên cîhanê jî li hemberî komkujiya Roboskiyê bêdengin.
BDP: SALEKE HÊJ MECLÎSÊ RAPOR AMADE NEKIRIYE
Hevseroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut jî anî ziman ku, salek derbaz bû, lê hêj hikûmeta AKP'ê mijar nebiriye meclîsê û hewl dide ku komkujiya Roboskiyê veşerê û bincil bike. Zumrut anî ziman ku, AKP kujeran diparêze û kesên kujeran şermezar dike ji ceza dike.