AKP, di televîzyona xwe ya TRT-6'ê de zêde naxwaze peyvên mîna "Rojbaş", "spas" û "heval" ku bi tekoşîna rizgariya Kurdistanê re ketin jiyana Kurdan, bi kar bîne. Ji aliyê din ve jî di malperên xwe de zimanê kurdî diherimine. Rêxistina AKP'ê ya Wanê di malpera xwe înternetê de dest bi weşana bi kurdî kir, lê di kurdiya malperê de tijî şaşiyên zimên hene.
Ji sernivîsên beşan heya sernivîsên nûçeyan û naveroka nûçeyan hemû pîvanên rêziman û zimanê kurdî hatine binpêkirin. Mirov dikare bi hêsanî têbigihêje ku malper yekser ji tirkî jî hatiye wergerandin. Herwiha mirov nikare rêzikekî rêzimana kurdî jî di nûçeyan de bibîne.
Wekî mînak sernivîsa nûçeya "Va hemû alan de bajar mezinî" gelo dixwaze vê bêje: "Wan di hemû waran de bajarê mezin e". Herwiha destpêka heman nûçeyê jî qet nayê fêmkirin; "Serokê AK Partî Ya Wanê Abdullah Aras, bajarmezinî hemû alan de bi herî ferayî vegotin kir."
Çend sernivîs û nûçeyên sosret ên ku qaşo bi kurdî ne;
- "Kayaturk, ziyaretan gunda berdewamdike",
- "Serokwezîrê me Erdoðan, giring dana xortan şanî",
- "Ji Ak Partî esnafên magdurê çalakî re",
- "Li rojeva me de sînorê derîyê kapıkoy tu cara ne ket".
- Rêxistina AK Partî yaWanê, bi pêşvanî ya BDP’ê çalakî yê Wanê de hat çê kirin, çapamenî re daxûyanîyek bi nivîsandî li darxist.ˮ