AKP’ê di asîmîlasyonê de niha xwe li ‘Dimilkiyê’ pêça

AKP’ê di asîmîlasyonê de niha xwe li ‘Dimilkiyê’ pêça

AKP’ê di polîtîkaya înkar û perçekirina Kurdan de niha dest bi teoriya ‘Zaza ne Kurdin’ kir. Wezîrê Tirk yê Perwerdeyê Omer Dînçer diyarkir ku, di sala bêt de dê Dimilkî di pirtûkên perwerdeyê de ne weke zaravayek Kurdî dê weke zimanek cûda cih bigire.

Konferansa ‘Bingol’ ya ji aliyê Zanîngeha Bîngolê ve hatî organîze kirin, Wezîrê Tirk yê Perwerdeya Netewî Omer Dînçer, Wezîrê Tirk yê Geşedanê Cevdet Yilmaz, Serşêwirmendê Serokomartiyê Ahmet Erturk, Waliyê Çewlikê Mustefa Hakan Guvençer, Rektorê Zanîngeha Bîngolê Giyasettîn BAydaş, parlementer, peywirdarên hîndekariyê û hinek xwendekar tevlîbûn.

Endamê Hîndekariya Zanîngeha Bîngolê Doç. Dr. Egunoz Akçora axaftina vekirinê ya konferansê kir û çêkera erdnîgariya Çewlikê vegot, her wiha slaytek pêşkêş kir.

Wezîrê Tirk yê Perwerdeya Netewî Omer Dînçer di konferansê de axaftinek kir û têkildarî rêjeya dibistanan îstatîstîk dan. Wezîr Dînçer îdîakir ku, li Çewlikê xwendekaran di dersên vebijêrk de herî zêde dersa Quarana Kerîm hilbijartiye û got, ew dê sala bê di pirtûkên perwerdeyê de Dimilkî ne weke zaravayek zimanê Kurdî dê weke zimanek cûda bicih bikin.

Wezîr Dînçer got, “Îsal dema me têkildarî Dimilkî perwerde vekir, em wisan fikirîbûn ku versiyonek ya Kurdiye. Ya rastî yên pirtûk amadekirî wisan fikirîbûn û me bi pisportiya wan bawer kiribû. Lê belê di sala bê de dema em pirtûkên xwe yên dersan amade dikin, em dê Dimilkî ne weke versiyona zimanê Kurdî yan jî zaravayek wê, em dê weke zimanek cûda pêşkêşî we bikin.”

Bi vî awayî Wezîrê Tirk Dînçer polîtîkaya înkar û perçekirina Kurdan ku bi salane li Çewlik û derdorê wê didin meşandin, careke din xwe li teoriya ‘Zaza ne Kurdin’ pêçan û aşkera kir. Daxuyaniyên Wezîr aşkera kirin ku, gotinên hikumeta AKP’ê yên di her firsendê de dibêje ‘me asîmîlasyona xilas kir’ derewekî pir mezine.