Ahmet Turk: Em dikarin êşên xwe bi têkoşîna hevpar rawestînin

Ahmet Turk: Em dikarin êşên xwe bi têkoşîna hevpar rawestînin

Hevserokê Giştî yê KCD’ê Ahmet Turk di salvegera yekemîn a komkujiya Roboskî de li Roboskî axivî û got: “Gava em hesirên çavên dayikên xwe dibînin, em karesatên li pêşiya xwe baştir fêm dikin. Werin em ji bo azadiya gelê Kurd têkoşîna xwe bikin hevpar. Em tenê dikarin bi vî rengî faşîzmê têk bibin.”

Di yekemîn salvegera Komkujiya Roboskî ya ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate pêkanîn û di encamê depiraniya wan zarok 34 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes li gundê Roboskî û kom bûn. Girseya gel nelet li komkujiyê barandin û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn.

Gundiyan şandeyên ku hatin serdana gund li qada gund pêşwazî kirin. Merasima bîranînê ya girseyî saet di 10.00 de dest pê kir. Gava silav dihatin dayin, helîkopter bi ser gund re derbas bûn, girseyê bi dengekî şermezar kirin. Li vir Hevserokê Giştî yê KCD’ê Ahmet Turk axaftinek kir.

Ahmet Turk da zanîn ku kesên ku dilê wan ji bo mirovahiyê lêdide di salvegera komkujiyê de li Roboskiyê ne. Turk kesayet û rêxistinên Tirkiyeyî yên ku hatin Roboskiyê jî silav kir û got: “Li hemberî vê zilmê divê Laz, Ereb, Çerkez her kes têkoşîneke hevpar bimeşînin. Her kesê ku dilê wan dişewite, kesên azadîxwaz, cihê xwe di nava vê têkoşîna azadiyê de girtine. Divê êdî tiştek heye her kes bizane. Gelê Kurd miletek qedîm e. Bi sedan sal hatiye înkarkirin, ev gel êdî înkarê qebûl nake. Dixwazin huqûqa wan bê nasîn û weke miletekî bên nasîn. Jiyaneke hevpar a bi gelê din re esas digire. Îro Kurd sedema aramî û nearamiya Tirkiye, Rojhilatnavîn in.Ez bawer dikim ku ger Kurd azad bibin, Rojhilatanavîn dê azad bibe. Lê ger Kurd bêne înkarkirin, dê bersiva vê yekê bide û li hemberî vê yekê bê deng namîne.”

Ahmet Turk ji bo biratî û azadiya gelên Rojhilata Navîn bang kir û diyar kir ku ev yek tenê dikare bi garantîkirina van projeyan pêk bê. Turk banga têkoşîna hevpar li Kurdan û gelên din ên Tirkiyeyê kir û wiha axivî:

“Werin, em van êşan hemû bidin aliyekê û ji bo êdî êş û jan çênebin, em bi hiş, wijdan û mirovahiya xwe tevbigerin. Gava em hesirên çavên dayikên xwe dibînin, em karesatên li pêşiya xwe baştir fêm dikin. Werin em ji bo azadiya gelê Kurd têkoşîna xwe bikin hevpar. Em tenê dikarin bi vî rengî faşîzmê têk bibin. Em li vî welatî biratiyê pêk bînin. Ez li vir bang li hemû Kurdan dikim. Banga xurtkirina têkoşîna hevpar dikim. Em bi reflekseke mezin mudaxele bikin.”