Ahmet Turk: Divê em birîna xwîn jê tê bikewînin

Ahmet Turk: Divê em birîna xwîn jê tê bikewînin

Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementerê Mêrdînê Ahmet Turk ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, derbarê hevdîtinê de diyar kir ku pêwiste di vê pêvajoyê de her kes vê birînê derman bike û piştgiriyê bide pêvajoya aştiyê.

Hevserokê Giştî yê KCD'ê Ahmet Turk, piştî duh bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, der barê hevdîtinê de daxuyaniyek pir kin da.

Turk, der barê hedîtinê de wiha got: "Em niha nafikirn der barê vê hevdîtinê de daxuyaniyên berfireh bidin. Wekî tê zanîn bi salan e birînek xwîn dibe heye. Divê em hemû vê birîna ku her tim xwîn dibe bikewînin û derman bikin. Divê her kes ji bo piştgiriyê di nava hewldanan de bin. Niha em tenê dikarin der barê hevdîtinê de vê yekê bêjin."