HPG’ê agahiyên derbarê çalakiya “cangorî” ya gerîlayên HPG’ê li dijî qereqola Harûna ya di navbera Gever û Şemzinînanê pêk anî de aşkere kir. HPG’ê diyar kir ku di gerîlayan 20 deqe di qereqolê de lêgerînê pêk anîn, di encama çalakiyê de 60 leşker hatin kuştin û 8 gerîlayana jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê derbarê çalakiya gerîlayan a di 14’ê Îlonê de li dijî Qereqola Harûna pêk anî de daxuyaniyek da û ragihand ku di çalakiyê de herî kêm 60 leşker hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn; “Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya ku di 23’ê Tîrmehê de ji aliyê gerîlayê me ve di navbera navçeyên Şemizînan û Geverê yên Colemêrgê hate destpêkirin, di 14’ê Îlonê saet di 15.00 de li dijî Qereqola Harûnayê çalakiyeke cangorî li dar xistine.
Tîma me ya fedayî di nava deqeyekê de bi awayeke bandor li nîzamiye û çeperên li qereqolê xistine û di nava 5 deqeyan de ketine avahiya qereqol, qawiş û gazînoyê bi dest xistine. Gerîlayên me 20 deqe di qereqolê de lêgerîn pêk anîn, li leşkerên dixwazin mudaxele bikin jî xistine û piraniya van leşkeran hatine kuştin. Gerîlayên me yên din ên li derdora qereqolê bi cih bibûn jî, bi awayeke hemwext li kulubeyên çavdêrî û nobetê yên qereqolê xistine û rûxandine.
Di encama çalakiyê de 60 leşkerên artêşa dagirker a Tirk hatine kuştin, hejmara birîdarên leşkerên dijmin ji aliyê me ve nehatine zelalkirin. Gerîlayên me di çalakiyê de 2 tank û panzerek rûxandine û wesayîtek akreb jî texrîb kirine. Gava gerîlayên me xwestin paş de vebikişin, cerdevanên li kampa bayê gule li gerîlayên me reşand, ji ber wê jî pevçûnek qewimî, di encamê de cerdevanek hate kuştin û 2 cerdevan birîndar bûn.
Gerîlayên me bi awayeke bi bandor li karwana leşkerî ya ku ji bo mudaxeleyê ji Qereqola Dûrê rê ket xistine. Di encamê de tankek û wesayîtek akrep derbe xwariye. Hejmara kuştî û birîndarên dijmin ên di vê çalakiyê de nehatine zelakirin.
Piştî çalakiyê, gundên Tû û Kolayê bi awayeke berfireh ji aliyê balefirên artêşa dagirker a Tirk ve hatine bombebarankirin. Heman herêm bi bi obîs û hewanan hatine bombebarankirin.
Di encama çalakiyê de 8 hevalên me yên cangorî gihiştine şehadetê”