Abbasoglû li Dêrsimê hat veşartin

Cenazeyê Mehmet Abbasoglû yê ji ber nexweşiya kanserê duh jiyana xwe ji dest da, li Dêrsimê hat veşartin. Li ser gora Abbasoglû ava ji Qendîlê û gundê Buyukkadi yê zarokatiya wî lê derbas bû, hat reşandin.

Cenazeyê Serokê Giştî yê DEHAP'ê Mehmet Abbasoglû yê ji ber nexweşiya kanserê duh jiyana xwe ji dest da, li Dêrsimê hat veşartin. Li ser gora Abbasoglû ava ji Qendîlê û gundê Buyukkadi yê zarokatiya wî lê derbas bû, hat reşandin.

Cenazeyê Mehmet Abbasoglû bi konvoyê ji Amedê anîn Mala Cem a Dêrsimê. Piştî merasîma cenaze ya li Mala Cem, bi sedan kes ber bi Kolana Hunerê ve meşiyan. Ji bo Abbasoglû li Kolana Hunerê merasîm hat lidarxistin. Di merasîmê de Alîkara Hevserokên Giştî yên DBP'ê ya ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Çîmen Işik, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Hevşaredarên Dêrsimê Nûrhayat Altûn û Mehmet Alî Bûl, Şaredara Berê ya Dêrsimê Songul Erol Abdîl, Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mûtlû, nazmetên HDP'ê yên Dêrsimê yên parlamenteriyê Alîcan Onlu û Edîbe Şahîn, Nûnerê Yekîtiya Şaredariyên Demokratîk Huseyîn Yilmaz, Parlamenterên HDP'ê Demîr Çelîk, Kemal Aktaş û endamên Meclîsa Partiyê ya HDP'ê, tevî girseyeke qelebalix amade bûn.

Hevseroka DBP'ê ya Dêrsimê Melek Dolmaz li merasîmê peyivî û diyar kir ku Abbasoglû di tevahiya jiyana xwe de li refên herî pêş ên têkoşîna wekhevî, azadî û demokrasiyê bû. Dolmaz destnîşan kir ku ew careke din soz didin ku ew ê li Dêrsimê dilsozê bîranîna Abbasoglû bin.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli jî diyar kir ku Abbasolgû jiyaneke bi fedekarî nîşanî wan hemûyan dane û got, "Jiyana kekê me Mehmed jiyaneke berxwedanê bû. Mirovê hevpar ê berxwedanên Dêrsim û Amedê bû. Ya ku dikir xwedî pîvan jî ev taybetmendiya wî bû." 

Anli ji gelê Amed, Dêrsim û tevahiya gelê Amedê re sersaxî xwest û got, "Ev gel wê ala te li erdê nehêle."

'ALA TE WÊ TI CARÎ DANEKEVE ERDÊ'

Hevşaredarê Sêrtê Tûncer Bakirhan jî ji tevahiya gelê Dêrsimê re sersaxî xwest û got, "Kekê Mehmet ti carî xwe ji têkoşîna demokratîk venegirt. Em jê gelek tişt hîn bûn. Di şert û mercên herî zehmet de jî parêzvanê gelê xwe bû. Kekê Mehmet bi awayekî neheq hat girtin. Kekê Mehmet kêm diaxivî lê bi cewherî diaxivî. Em ji vê derê soz didin. Ala kekê Mehmet wê ti carî nekeve erdê. Em ê xwedî li xeyalên te derkevin û her roj bidin jiyîn."

'EM JI ABBASOGLÛ HÎNÊ SADEBÛYÎN Û ŞOREŞGERIYÊ BÛN'

Ji Koordînasyona Giştî ya Rojava Huseyîn Yilmaz jî ji gelê Dêrsimê re sersaxî xwest û êrîşa duh a li Amedê lanet kir. Yilmaz anî ziman ku Abbasoglû mirovekî bi rûmet ê jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiyê kiribû û got, "Em ji Abbasoglû hînê sadebûyîn û şoreşgeriyê bûn. Em ê mîrateya wî dewam bikin."

Piştî axaftinan cenazeyê Abbasoglû ji bo veşartinê birin Goristna Asrî ya li Taxa Sîhenkê. Piştî veşartina cenaze, axa sor a ji Amedê hat anîn li ser gora Abbasoglû hat reşandin.