9 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê daxuyandin ku, dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kirin.
Çalakiya gireva birçîbûnê ya bi armanca şertên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên ewlehî, azadî û tenduristî û mafên gelê Kurd ên demokratîk bên qebûlkirin ya di 12'yê îlonê de destpê kir û berdewam dike. 9 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê jî bi heman armancê daxuyandin ku, tevlî çalakiya gireva birçîbûnê bûn.
Navên girtiyên dest bi çalakiyê kirin evin: Azîz Kutlu, Fesîh Kaya, Emrah Kelekçîler, Mustafa Gunduz, Yusuf Ozturk, Fahretîn Ecer, Kevser Akçelîk, Semîre Dîrekçî û Harîka Peker.
Li gel van girtiyan hêjmara girtiyên li Girtîgeha Sêrtê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin derket 19 kesan.