Li navçeya navendî ya Rezana Amedê û navçeya Karazê ya Amedê bi boneya salvegera 9'ê Cotmehê roja derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji Sûriyê şermezar bikin meşên girseyî hatin lidarxistin.
Înîsiyatifa Gel ya Amedê bi boneya 9'ê Cotmehê roja derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji Sûriyeyê şermezar bikin, li taşa Muradiye ya Rezan meşek mezin pêk anî. Kurdistaniyên li ber avahiya Komeleya Welatiyên Azad kom bûn, xwestin meşekê pêk bînin.
Kurdistaniyên ku rastî atengiyan polisan hatin li ber Mala Gel ya Kaynartepe dîsa kom bûn û Kolana Saglik Ocagi meşiyan. Girsê di meşê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e", "Bê Serok jîyan nabe" sberz kirin. Girsê piştî meşê dawî li çalakiyê anî.
LI REXMÎ BARANA ZÊDE MEŞIYAN
Li navçeya Karazê ya Amedê jî bi heman armancê meşek girseyî hate lidarxistin. Rêxistina BDP'ê ya Karazê meşek pêk anî. Endam û rêveberên BDP'ê li ber avahiya BDPê kom bûn û heta goristanê meşiyan. Di meşê de şaredar, endamên meclisa şaredariyê û rêveberên BDP'ê jî amade bûn.
Girseyê di meşê de bê navber dirûşmeyên "Bimre 9'ê Cotmehê", "Bê Serok jiyan nabe" qêriyan û pankarta "Em 9'ê Cotmehê şermezar dikin" vekirin. Pişti meşê li ser navê komê Seroke BDP'a Karazê Ekrem Demîr diyar kir ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 14 salin girti ye û xwest êdî serbest bê berdan û rê li pêşiya aştî û çareseriyê bê vekirin.