87 kesên hatin binçavkirin dê bînin Amedê

87 kesên hatin binçavkirin dê bînin Amedê

87 kesên duh li Êlih, Sêrt û Mêrdînê hatin binçavkirin li bendê ye ku sibê bînin Amedê.

Duh bi fermana Serdozgerê Komarê yê Amedê li Êlihê di serdegirtina malan de 31 kes hatibûn binçakirin. 31 kesên li Midûriyeta Polîsan tên girtin serê sibê dest bi îfade girtina wan hate kirin.

Gelek parêzer tevlî lêpirsînê dibin û ji ber ku kesên hatin binçavkirin daxwaza parastina zimanê zikmakî dikin îfadeyên wan nayên girtin.

Karûbarên îfade girtinê di saetên êvarê de bi dawî bûn û hate ragirtindin ku kesên hatin binçavkirin dê sibê bibin Edliyeya Amedê.

Hate hînbûn ku karên îfadeyên 15 kesên li Sêrtê jî hatin binçavkirin bi dawîbûn û sê sibê bibin Amedê. Karên îfadeyên 51 kesên li Mêrdînê hatin binçavkirin jî hêj li Mûdiriyeta Polîsan berdewam dikin.