850 saziyan Platforma Edaletê ya Roboskê ava kir

850 saziyan Platforma Edaletê ya Roboskê ava kir

Platforma ji bo Roboskê Edalet bi tevlibûna 850 partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, sendîka, komeleyan hat avakirin. Endamê Koordînasyona Platformê Huseyîn Bardakçi diyar kir ku di dîroka kurdan de cara yekemîne k u avabûneke evqas berfireh hatiye avakirin û got ku dê ji bo Robokê rêze çalakiyan pêk bînin.

Bi ser Komkujiya Qilabanê ya ku 28’ê Kanûna 2011’an de pêk hat û 34 zarok û ciwanên Kurd hatin qetilkin de salek derbas bû. Bi vê wesîleya salvegerê ligel cihan çalakî pêk tên. Bi wesîleya yekemîn salvegera komkujiyê partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, sazî û lijne dê di 28’ê kanûnê de li Roboskê bin.

Li Amedê 850 partiyên siyasî, rêxistinên civaka sîvîl, sendîka, ode û komele hatin cem hev û Platforma ji Roboskê re Edalet avakirin. Endamê Platformê Huseyîn Bardakçi got ev komkujî komkujiyeke nû ya li dîrokê zêde bûye û wih got: “Wek hun dizanin sala borî di 28’ê kanûnê de komkujî pêk hat. Komkujî bi plan hat kirin. Roboskê divê tu carî neyê jibîrkirin. Divê ji rojevê de neyê xistin. Heta ku berpirs bên darizandin divê pêşa vê neyê berdan.”

Bardakçi ragihand ku aliyên bi hestiyar heta kujer neyên dîtin dê têbikoşin û wiha got: “Ji ber vê sedemê me koordînasyon bo Roboskê ava kir. Belkî jî cara yekemîn di dîroka kurdan de evqas sazî tên gel hev. Di mijara Roboskê de aliyên muxalîf mutabakatek cidî bi dest xistiye. Ji bilî HAK-PAR’ê hemû partî, sazî, komele û rêxistin di vê platformê de cih digirin. Ev girîng e. Kurd ji bo Roboskê bûne yek. Platform ji bo Roboskê dê gelek çalakiyan pêk bîne. Ji îro şûnde li Amedê em dê li ber AZC Plaza belavokan belav bikin. Em dê xebatê bîlboardê bikin. Em ê ji bo hestiyariyê zêde bikin xebatan bimeşînin. Di 27’ê kanûnê de li Dortyola Baglarê meşekê em ê lidarbixin. Piştî meşê em deklarasyonê bi weşînin. Ji bo şermezarkirina komkujiyê emê dengê xwe bilind bikin.

Di 28’ê kanûnê de emê li Roboskê bin. em dê kesên jiyana xwe ji dest dan bibîrbînin. Divê dewlet dest ji usluba xwe berde. Divê dest ji helwesta xwe ya dijminatiyê berde.”