8 cenazeyên din jî anîn Meletiyê

8 cenazeyên din jî anîn Meletiyê

Operasyona bi piştgiriya helîkopteran li sêgoşeya Lîce, Hêne û Dara Hênê destpê kiribû û pevçûnan rû dabû, hate diyarkirin ku, 10 cenazeyên tê îdîakirin yên gêrîlayên HPG’ê ne anîn Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê.

Piştî operasyona ku di 31’ê Kanûna 2012’an li sêgoşeya Lîce, Hêne û Dara Hênê destpêkir û li mezrayên Akçapinar, Ziyaret, Ziyaretê Mezin, Hambaz û Taşlik yên girêdayî gundê Şenlik yê Lîcê pevçûnên dijwar lê qewimîn, bi demjimêran domkiribû. Operasyona ku gelek leşke û tîmên tevgera taybet tevlî operasyonê bibûn, bitaybet herêma mezraya Akçapinarê gelek hatibû bombebaran kirin. Cihê pevçûn lê rû dayî gundiya dabû diyarkirin ku, tenê 2 gêrîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Cenazeyên aydê gêrîlayan piştre bi helîkopteran anîn morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê.

Di pevçûna ku hate îdîakirin çekên kîmyewî bikaranîne, hate diyarkirin ku 8 cenazeyên din yên tê îdîakirin aydê gêrîlayên HPG’ê ne birin Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê. Li gorî agahiyên MEYA-DER’ê dayîn destnîşan kir ku, piştî pevçûna li Lîceyê cenazeyên 10 gêrîlayên HPG’ê birine morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê.