70'emîn rûniştina doza 108 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd ên di bin navê doza KCK'ê de tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê destpê kir.
70'emîn rûniştina doza 108 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd ku di nav de şaredar, parlamenter, parazvanên mafên mirovan jî hene yên di bin navê doza KCK'ê de tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê destpê kir.
Di rûniştinê de ji ber ku 62 siyasetmedar bi rapor bûn, 46 kesên di nav de Parlamenterên BDP'ê Kemal Aktaş, Selma Irmak û Şaredarê Êlihê Nejdet Atalay hene amade bûn. Gelek parêzer malbat amade bûn. Rûniştina dozê bi xwendina delîlên di derbarê Şaredarê Wêranşarê yê berê Emrullah Cîn berdewam dike.