Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di 9'ê Çileyê de di bin navê doza KCK'ê de operasyon pêk hat û di operasyonê de 9 zarok hatibûn binçavkirin. Ji 9 zarokan 2 zarok serbest hatin berdan û 7 zarok bi îdîaya “endamê rêxistinê ne" û "propaganda rêxistinê kirine" hatin girtin.
Yekîneyên Midûriyeta Polîsan ya Nisêbînê di 9'ê Çileyê de di ser gelek malan de girtibû û di bin navê doza KCK'ê de 9 zarok binçav kiribûn. Zarokên ku temenê wan di navbera 14 û 18 salî de piştî lêpirsînê sewqî dozgeriyê hatin kirin. Li dozgeriyê zarokê bi navê A.E. (14) û zarokekî din serbest hatin berdan. Zarokên bi navê E.S. (14), H.A.(15), A.A. (17), B.A. (18), H.O. (15), M.M. (14), û S.K. (16) jî bi îdîaya “endamê rêxistinê ne" û "propaganda rêxistinê kirine" hatin girtin. 7 zarokên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.