7 kes li Agiriyê hatin girtin

7 kes li Agiriyê hatin girtin

Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê 7 kesên di 26'ê Îlonê de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

Di 26'ê Îlonê de li navçeya Bazîdê ya Agiriyê 7 kes ji aliyê tîmên taybet û polîsan ve hatin binçavkirin. 7 kesên ku hatin binçavkirin îro sewqî edliyiyê kirin. Hate îdîakirin ku, 3 kes gêrîlayên HPG'ê ne û 4 kesan jî alîkarî daye wan 7 kesên ku li dozgeriyê û dadgeriyê ifade dan bi îdîaya "Êndamê rêxistinê ne" hatin girtin. 7 kes şandin Girtîgeha Tîpa M ya Agiriyê.