Li Girtîgeha Tîpa T ya Oltu ya Erziromê 7 girtiyên PKK'î ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin, dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kirin.
Li Girtîgeha Tîpa T ya Oltu ya Erziromê 7 girtiyên PKK'î ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin diyar kirin ku, dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger dikin. Girtiyan daxwaza xwe û armanca xwe bi nameyekê ji komeleya TUHAYD-DER'a Bazîdê re şandin û ji bo daxwazên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê azadiya fîzîkî, tenduristî û ewlehiyê pêk bê û operasonên siyasî û leşkerî bi dawî bibin û daxwazên gelê Kurd têkeve meriyetê dê çalakiya xwe berdewam bikin.
Kesên ketin gireva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger evin: Nihat Varli, Tahir Temel, Îzzet Eren, Sedat Avci, Bayer Ugurlu, Salih Erdem û Bulent Akar. Grtiyan anîn ziman ku, ji 12'ê Îlonê de dest bi çalakiyê kirine û didominîn.