'7’ê Hezîranê ji bo ronîkirina komkujiyê firsendeke dîrokî ye'

Malbatên 34 welatiyên ku di Komkujiya Roboskiyê de hatin qetilkirin, di hefteya 179'an de çalakiya "Ji bo Roboskî edalet" pêk anîn. Malbatan di çalakiyê de diyar kirin ku 7'ê Hezîranê ji bo hesabpirsînê şansek dîrokî ye.

Çalakiya "Ji bo Roboskiyê Edalet" di hefteya 179'an de li ser gora 34 welatiyên hatin qetilkirin berdewam kir. Malbatan di çalakiyê de wêneyên zarokên xwe rakirin û çalakiya xwe berdewam kir. Li ser navê malbatan Vahît Encu daxuyanî xwend diyar kir ku AKP her dem dixwaze ser Komkujiya Roboskiyê bigire. Encu anî ziman ku ji bo ronîkirina komkujiyê û hesabpirsînê 7’ê Hezîranê firsendek dîrokî ye.