Gêrîlayên HPG'ê yên li navçeya Karakoyunê li ser rêya gundê Bolukbaşi rê kontrol kirin û 6 mamoste girtinbûn. Piştî lêpirsînê 6 mamoste serbest berdan.
Li gorî agahiyan, 6 masmote li gundê Bûlakbaşi yê navçeya Karakoyûnlû ya Îdîrê ji aliyê 2 kesên çekdar ve hatin desteserkirin. Hate diyarkirin ku 2 kesên çekdar di ser odeya mamosteyan de girtin ji 19 mamosteyan mamosteyên bi navê Umut Gorkem Sevinç, Ersin Karakaya, Soner Er, Mehmet Koçubaba, Lutfu Atılmış, Abdulllah Enes Er bi xwe re birin. Piştî lêpirsîne mamosta serbest hatin berdan.