59'emîn rûniştina doza "KCK"ê ya sereke ya 110 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê destpê kir.
59'emîn rûniştina doza "KCK"ê ya sereke ya 110 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê destpê kir. Serê sibê dîsa derdorê edliyeyê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Polîsan li 3 nokteyên cûda cihê kontrol û lêgerînê ava kir û welatiyên ku derbazî salona edliyeyê bûn yek bi yek di bin lêgerina dajwar re derbaz kir.
Di rûniştina îro de 64 girtiyên di nav de Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle û Parlementera BDP'ê Selma Iramk ji ber rapor wergirtin tevlî nebûn. Di rûniştina ku 47 siyasetmedar amade bûn de bi xwendina delîlên derbarê Endama Meclîsa Jinan ya DTP'a hate girtin Fadîle Bayram de berdewam dike.
Çav lê ye ku piştî delîlên derbarê Bayrman de xilas bûn, delîlên derbarê Hatîp Dîcle bên xwendin. Hate hinbûn ku, dê derbarê Serokê Şaxa ÎHD'ê yê berê Muharrem Erbey yê ku delîlên derbarê wî de hatin xwendin, delîlên dozeke din dê bên xwendin.