54 kesên li Mêrdîn û Sêrtê hatin binçavkirin birin Amedê

54 kesên li Mêrdîn û Sêrtê hatin binçavkirin birin Amedê

Bi fermana serdozgeriya Komarê ya Amedê li Êlih, Sêrt û Mêrdîn û navçeyên wê operasyon pêk hatin û di encama operasyonan de 54 kesên li Sêrt û Mêrdînê hatibûn binçavkirin birin Edliyeya Amedê.

Di 7’ê berfanbarê de bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê li Êlih, Sêrt, Mêrdîn û navçeyên wê Qoser, Nisêbîn, Çiyayêmazî, gund û bajarokên wê li hemberî avahiyên BDP’ê, şaredarî, rêxistinên civaka sivîl û malan de serdegirtin pêk hat. Di encama serdegirtinên polîs û tîmên tevgera Taybet de din ava wan de endamên Meclîsa Partiyê ya BDP, nûnerên BDP’a navend û navçeyan, şaredar û endamên şaredariyan, nûnerên MEYA-DER, Kurdî-Der, xebatkarên şaredariyê hebûnbi dehan kes hatin binçavkirin. Li êlihê ji 31 kesê hatibûn binçavkirin 24 kes hatin girtin. Li Sêrt û Mêrdînê jî 54 kesên hatibûn binçavkirin ligel ewlehiya berfireh a polîsan anîn Amedê. 54 kesên di bin kontrola tenduristiyê re derbaskirin dê bibin dozgeriyê.

LI MERSÎNÊ 5 XWENDEKAR KIRIN BIN ÇAVAN

Li aliyê din li Mersînê li Yurda Xwendekaran a Saziy aYurdên Krediyê di navbera xwendekarên welatparêz û faşîst de alozî derket û 5 xwendekar binçav kirin.