54’emîn Doza KCK’ê ya sereke sibê ye

54’emîn Doza KCK’ê ya sereke sibê ye

Doza KCK’ê ya ku 95 jê girtî bi giştî 152 siyasetmedar tên darizandin sibê ye. girtiyên ku nêzî 3 sal in girtînge hêj îkameya wan a delîlan jî nehatiye kirin.

54’emîn Danişîna Doza KCK’ê ya sereke dê li 6’emîn Dadgeha Cezaya Giran Amedê dê dest pê bike. Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Rayeya Taybet yê Amedê de di 14’ê nîsana 2009’an de operasyonan dest pê kir û heta îro operasyonên KCK’ê didomin. Doza ku di nav de parlamenterê berê yê DEP’ê Hatîp Dîcel û parlamenterên BDP’ê Selma Irmak û Kemal Aktaş jî di nav de 95 jê girtî bi gitşî 152 siyasetmedarên kurd tên darizandin. Doz sibê dest pê dike û hemû girtî jî dê amade bin.

Ev sale hêj îqameyên delîlan yên girtiyan nehatine kirine. Her wisa siyasetmedarên kurd di serî de mafê parastina bi kurdî hemû daxwazên wan tên redkirin.

Li hemberî daxwazên heyeta dadgehê carna ji aliyê siyasetmedaran û carna jî ji aliyê parêzeran ve tên protestokirin. Ji bo vê jî gelek doz û lêpirsîn li parêzer û girtiyan hatine vekirin. Siyasetmedar ji ber ku mafê wan yên parastinê ji destê wan hatiye girtin bersivê nadin mijarên ku tên îdiakirin û hewldana siyasetmedaran ya ku dê bi zimanê xwe parastina xwe bikin jî aliyê dîwanê ve tê pitşguhkirin.

HEMÛ DAXWAZ HATIN REDKIRIN

Îtîrazên ji rêbaza darizandinê her tim ji aliyê dadgehê ve hatin redkirin. Ji aliyê dadgehê dokuman, îfadeyên şahidên veşarî, guhdarkirina telefonan û her wekê din wekî delîl tên qebûlkirin. Her wiha di belgeyên ku wekî delîl dihatin nîşandan de dem bi dem tiştên ku jiyana taybet eleqeder dikir jî derdixistin û holê vê yekê rê li ber nîqaşan vedikir. Heta niha 9 kes hatin tehliyekirin. Di dozê de Îkameya şahidan didome. Danişîna dawî sibê ye. Hate hînbûn ku dê hemû siyasetmedar di danişînê de amade bin û kesê di 12’ê îlonê de ketibûn grevê jî dê tevli danişînê bibin.