3 cenazeyên gêrîlayên HPG'ê Yusuf Sezer, Turabî Gurbuz û Serhan Akyol ku duh li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hatibû wergirtin li morga Mizgefta Goristana Yenîkoyê tên rawestandin. Cenazê 3 gêrîlayan li benda cenazeyê gêrîla Muhabber Aslan (Şevîn Alan) Nezîr Demîr (Delîl Çınar) tên rawestandin û dê 5 cenazeyan bi hev re li Goristana Yenbîkoya Amedê bi girseyî bên definkirin.
Cenazeyên gêrîlayên HPG'ê Yusuf Sezer (Ferman Amed), Serhan Akyol (Mêrxas Dorşîn) û Turabi Gurbuz, (Erdal Amed) ku di pevçûnê navçeya Henê ya Amedê û navçeya Elkê ya Şinexê de jiyana xwe ji dest dabûn, duh ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hatibûn wergirtin û ji duh êvarê ve li morga Mizgefta Goristana Yenîkoyê tên sekinandin. Cenazyên 3 gêrîlayan dê îro hatiban definkirin, lê ji ber cenazeyê gêrîla Muhabber Aslan (Şevin Alan) ya ku li navçeya Şemzînanê û Nezîr Demîr (Delîl Çınar) yê ku di 4'ê tebaxa de li navçeya Çelê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabûn, îro ji aliyê malbatê wan ve hatin teşhîskirin hatin wergirtin li benda van cenazeyan hatin rawestandin.
Dê her 5 cenaze bi hev re li Goristana Yenbîkoya Amedê bi girseyî bên definkirin. Bi hezaran gel ji bo definkirina cenazeyan li ber Goristana Yenîkoyê hatibûn ba hev. Piştî gel û rêveberên BDP’ê û MEYA-DER'ê bihîstin ku cenazeyê îro hatine teşhîskirin tên Amedê, ji bo pêşwazîkirina cenazeyan ku di demjimêr 15.00'an li Petrola Doguyê ya di ketina Amedê de bên pêşwazîkirin gel berî xwe da wir û li benda pêşwazîkirinê di raweste. Dê cenaze bi girseyî bên pêşwazîkirin û pişt re ber bi Goristana Yenîkoyê ve bibin.
CENAZEYÊ 4 GÊRÎLAYAN HATIN WERGIRTIN
Li aliyê din hate hînbûn ku malbatên 4 gêrîlayan yên ku di şerê demên cuda de jiyana xwe ji dest dan ji bo cenazeyên zarokên xwe werbigirin çûn Meletiyê. Malbatan serî li dozgeriya Komarê ya Meletiyê dan. Malbata gêrîla Fatma Aslan (Nûda Botan) ya di 10'ê Îlonê de li Elkê jiyana xwe ji dest û gêrîla Muhabber Arslan (Şevîn Alan) cenaze nas kirin. Malbata gêrîlayê HPG'ê Denîz Silak (Zinar Karlos) ku di 4'ê Tebaxê de li Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabû û Nezîr Demîr (Delîl Çınar) piştî testa DNA'ê diyar bû. Piştî malbatan cenazeyê zarokên xwe teşhîskirin, cenaze wergirtin û ber bi Amedê ve derxistin rê. Malbata gêrîlayê HPG'ê Deniz Silak dê cenaze li Bajaroka Hêşeriyê ya Qoserê, malbata gêrîla Nezir Demir û Muhabber Arslan dê cenaze li Amedê û malbata gêrîla Fatma Aslan jî cenaze li navçeya Gercewsa Êlihê defin bikin.