42 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor de ne

42 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor de ne

Girtiyê PKK û PAJK’ê bi armanca ku şert û mercên azadî- ewlehî- tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên başkirin û tecrîd bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorneveger kirin û girev di roja 3’emîn de ye. li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê 15, li girtîgeha Tîpa F ya hejmar 2 a Kandrayê 9 girtiyên din jî diyarkirin ketine girevê. Bi vî awayeî hemjara girtiyên ketine girevê bûne 42.

Girtiyên PKK’ê û PAJK’ê ji bo şert û mecên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê başkirin di 12’ê îlonê de dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorneveger kirin.

Girtiyên girtîgeha Tîpa D ya Amedê bi hevkariya malbatên xwe daxuyanî dan û diyar kirin ku 15 girtî tevi girevê bûne. Girtiyan diyar kirin ku, girtiyên din yên girtîgehê jî li gorî daxwazan dê dernekevin hevdîtinên heftane yên bi malbatan re.

Navê girtiyên girtîgeha Tîpa D ya Amedê ku ketine girevê wiha ne:

Ersan Nazlier, Ferhat Onder, Mazlum Tekdag, Ercan Şengul, Tayîp Temel, Ramazan Başari, M. Şerîf Aslan, M. Salîh Îlen, Ramazan Yildirim, Firat Bîlîr, Samî Geylanî, Davut Polat, Erdal Emeç, Cîhat Bekîr, Osman Otun.

Di çarçoveya çalakiyan de 9 girtiyên PKK’ê yên girtîgeha Tîpa F ya Hejmar Du a Kandrayê jî dest bi grevê kirine. Navê girtiyên dest bi grevê kirine wihane: “Muhammet Mahmo, Şehmus Oncel, Yasîn Yilmaz, Ersîn Yolu, Erol Şen, Suphî Yalçinkaya, Emrah Kaplan, Nazmî Dogan ve Abdullah Ruzgar

Hate hînbûn ku girtiyên PKK’ê û PAJK’ê ji 17’ê îlonê şûnde dê dernekvin hevdîtinê.

Berê jî ji girtîgeha Tipa F ya Boluyê 9 û ji girtîgeha Tîpa E ya Amedê jî 9 girtiyên PAJK’ê dest bi girevê kiribûn.