Li navçeya Silopiyê ya Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin.
Li taxên Cûdî, Başak û Yenîşehîrê yên navçeya Silopiyê ya Şirnexê polîsan di ser malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 4 kesên di nav de zarokên bi navê S.A. (17) û Ş.A. (17) jî heye binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan Silopiyê. Polîsan 3 roj berê jî 7 kes binçavkiribûn û girtibûn.