4 gund hatin rizgarkirin
Şervanên YPG/YPJ’ê li eniya bajaroka Mebruka 4 gundên din ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin. Li gundên Mebtuha û Bedîa yên li bakurê çiyayê Kizwanan jî di navbera hêzên YPG’ê û çeteyan de pevçûnên dijwar hene.

Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo ya ku ji aliyê hêzên YPG/YPJ’ê ve li rojavayê Kantona Cizîrê li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatiye destpêkirin, di roja 28’an de didome û şervanên YPG’ê derbên giran li çeteyan dixin.
Nûçegihanên ANHA’yê yên operasyonan dişopînin, ragihandin ku hêzên YPG’ê îro saet derdora 17.00’an de li başûrê bajaroka Mebruka gundên bi navê Dehlîz, Safarîa, Zeydî û Um Heyya ji çeteyan paqij kirine.
Di operasyona hêzên YPG’ê îro serê sibehê li ser xeta di navbera Alya û çiyayê Kizwanan dabûn destpêkirin de ji, li gundên Mebtuha û Bedîa di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûnên dijwar rû didin.
Di pevçûnên saet derdora 15.00’an de destpê kirin û saet 18.30’an de dijwar bûn, heta niha li gundê Mebtuha herî kêm 20, li Bedîa jî 3 çete hatin kuştin.
Operasyonên li herêmê didomin.