Di doza "KCK'ê" ya Agiriyê de di nav de Serokê Rêxistina BDP'ê yê Agiriyê yê wê demê Kasim Polat jî heyî biryar derket. Di rûniştina biryarê de ji 4 siyasetmedarên Kurd re 34 sal cezayê girtîgehê hate dayîn.
Li Agiriyê di Hezîrana 2012'an de operasyona bi navê ''KCK'ê'' pêk hatibû û di operasyonê de Serokê Rêxistina BDP'ê yê Agiriyê Kasim Polat, Xebatkarê Navenda Giştî yê BDP'ê Veysî Bîçen, endamên BDP'ê Îkram Ogul Mensura Aslan, Mehmet Çelîk, Saîme Bayar, Mehmet Bobolîk û Nebahat Pornek hatibûn binçavkirin û dihatin darizandin.
Rûniştina biryara dozê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Erziromê pêkhat. Di rûniştinê de Kasim Polat, Veysî Bîçen, malbat û parêzerên wan amadebûn. Di rûniştinê de Polat û Bîçen bi kurdî axivîn û diyar kirin ku, "doz siyasiye" û daxwaza tehliyeya xwe kirin. Pişt re parêzeran parastin kir. Dadgehê ji bo ku biryarê bide navber da rûniştinê. Piştî navberê dadgehê ji Serokê Rêxistina BDP'ê Kasim Polat re bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" 10 sal û 6 meh, ji Xebatkarê Navenda Giştî yê BDP'ê Veysî Bîçen re 13 sal û 6 meh, ji endamên BDP'ê Îkram Ogul re 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê bir. Ji Mensur Arslan re bi îdîaya "propagandeya rêxistinê kir" 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da. Heyeta dadgehê ji Mehmet Çelîk, Saîme Bayar, Mehmet Bobolîk û Nebahat Pornek re jî beraet da.
Parêzeran diyar kir ku, ew dê îtîrazê bikin.