32 leşker û 9 kontra hatin kuştin, tankek hate ruxandin

Artêşa Tirk derbeyên giran ji gerîlayên HPG’ê dixwe. Di çalakiyan de herî kêm 32 leşker û 9 kontra hatin kuştin. Tankek hate ruxandin, ji ser leşkeran jî 10 çek hatin rakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla yên bênavber daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya HPG’ê de ev detay hatin dayîn:

COLEMÊRG

4’ê Cotmehê saet 06.00’an hêzên me li dijî Girê Guvenlîk ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakî li dar xistin. 3 çeperên li gir hatin ruxandin û li vir bi giştî 12 leşker hatin kuştin. Gerîlayên me di heman demê de li dijî tankeke ku li girê qereqola Bîlîcanê jî bi çekên giran çalakî li dar xistin. Li vir tank îmha bû û 4 leşker hatin kuştin. Hêzên me paralelî her du çalakiyan, bi çekên giran li leşkerên ku xwe li girê Şehîd Cahîd bi cih kiribûn jî çalakî li dar xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.

4’ê Cotmehê saet 07.30’an hêzên me li dijî leşkerên ku ji qereqola Êrîş a girêdayî navçeya Çelê bi hewan û katyûşayan qadên derdor bombe dikirin, bi çekên giran çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de katyûşayek hate derbkirin, hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.

5’ê Cotmehê (îro) artêşa TC hewl da ku ber bi girên Şehîd Colemêrg û Çeko yên li navçeya Çelê ya Colemêrgê ve biçe û mabeyna hêzên me û leşkeran de şer rû da. Şerê li vê herêmê hê jî didome.

ŞIRNEX

Ev demek e komek kontra ya navê “neçîrvanên seriyan” li xwe kirine li derdora gundê Elemûn a li navçeya Qileban a Şirnexê kemîn datînin û bi armanca serdegirtina nuqteyan li eraziyê digerin.  Hêzên me ev yekîneya kontra xistin bin kontrola xwe, 2’yê Cotmehê saet 10.30’an ji 2 baskan ve êrîş li dar xistin. Baskê çalakiyê yê yekemîn; bi çekên ferdî û bombeyên destan li çeperekê dan û 3 kontra kuştin. Baskê duyem ê çalakiyê jî çeperek din hedef kirin û agir bi çeperê girtiye û şewitiye. Li vê çeperê jî 3 kontra hatin kuştin, 4 kontra jî birîndar bûn. Kontrayên hewl dan ji qadê birevin jî ji hêla yekîneya me ya sûîqestê hate hedefkirin û li vir jî 3 kontra hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC bi gelek wesayîtên zirxî û ambûlansan hat û bi giştî 9 mirî û 4 birîndarên xwe rakir. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me yên ku di çalakiya Xabûrê de şehîd bûn hate lidarxistin.

27’ê Îlonê artêşa Tir li qada Faraşîn a girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê operasyonek dabû destpêkirin. Ji Şirnex, Wan û Colemêrgê bi giştî zêdetirî 7 hezar leşker tevlî vê çalakiyê bûne, her wiha bi 30 wesayîtên zirxî û gelek çekên giran ve jî binesaziyek berfireh a teknîkî amade kirine.

Di operasyonê de ku 7 rojan dewam kir, li ser qadê bi awayekî zêde pêgerên hewayî yên keşfê geriyan,  gelek qad jî ji hêla balafirên şer hatin bombekirin. Dîsa ji qereqolên havîrdor jî bi awayekî domdar qad bi obus û topan hate bombekirin.

Hêza ku ji Colemêrgê tevlî operasyonê bû; Qada Kela Cengê, Qûntarê Ahmed, heta qada sîlsileya Çiyareşkê girtiye û çekên giran bi cih kirine.

Hêza ji Wanê hat; Çiyayêreşkê, Girê Komando, qadên Çarçol û Tirşînê heta qada Çalyan girtine.

Hêza ji Şirnexê hatî jî , qadên Kunayê, Melîxan û Şeletunê heta qada Karçitê girtine û çekên giran bi cih kirine. Leşkeran bi ser gelek malên gund û zozanan ên li Faraşînê de girtin, zext li gundiyan kirin û hin jî êşkence kirin.

NE 11, 2 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

2’yê Îlonê li mintiqaya mabeyna Şeletunê û Karçitê de mabeyna hêzên me û leşkeran de şer rû daye. Medyaya alîgir ji bo şerê li vê qadê gotiye 11 gerîlayên me şehîd bûne. Ev nûçeyek bi temamî derew e. Di vê çalakiyê de gerîlayên me Hasan û Hozan şehîd bûne. Agahiyên hevalên me yên şehîd wê piştre bi awayekî berfireh bêne ragihandin.

Artêşa Tirk piştî vî şerî bi helîkopterên Kobra ve wesayîtên sivîl gulebaran kirine û Şehîdgeha Faraşînê texrîb kirine.

Operasyon, 4’ê Cotemehê saet 13.30’an bêyî ku encamek cîdî bi dest bixe vekişiyaye.

4’ê Cotmehê saet 13.30’an mabeyna navçeya Elbak a Wanê û Guzeldereyê dema wesayîtên zirxî dewriye digeriyan, hêzên me li dijî wesayîteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî çalakiya sabotajê li dar xistin. Di vê wesayîta derbexwarî de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin. Ev çalakî wek bersivdayina operasyona Faranşînê hate lidarxistin.

AMED

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Çekdar Mahîr Serbest de; 4’ê Cotmehê saet 17.55’an hêzên me li navbera gundên Markê û Korxê yên girêdayî navçeya Licê, li dijî girekî ku leşkerên TC girtibûn çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de ku ji baskan ve hate lidarxistin, ji 8 çeperên ku li gir bûn, 6 hatin ruxandin. Di çalakiya ku ji mesafeya bombeyê hate lidarxistin de 16 leşker hatin kuştin, 12 leşker jî birîndar bûn. Gerîlayên me ji vî girî 10 çek rakirine, çelek HK-33, çekek BKC û gelek gule desteser kirin, çekên din jî hatin îmhakirin.

Piştî vê çalakiyê ku ji bo bîranîna Şehîd Xelîl û Şehîd Armanc hate lidarxistin, qad bi hewan, obus û çekên A-4 hate bombekirin.

AGIRÎ

2’yê Cotmehê saet 16.00’an komek gerîlayên me dem ali qada Kirê Demîrkapi ya girêdayî navçeya Bazîd a Agiriyê diçûn wezifeyê, bi leşkerên artêşa TC re hevrû bûne û şer qewimiye. Piştî şer, helîkopterên Kobra ketober li qadê reşandine. Gerîlayên me bi awayekî saxlemî gihiştine baregehên xwe.

DERSÎM

4’ê Cotmehê saet 17.15’an hêzên me li rêya mabeyna gundên Ûzûntarla û Kozmerîk ên li ser rêya Dersîm-Erzînganê çalakiya kontrolkirina rê li dar xistin. Li vir nasname hatin kontrolkirin, di heman demê de têkîldarî pêvajoyê gel hate agahdarkirin. Her wiha wesayîteke ku aîdî şîrketek taybet bû û ji dewletê re dixebitî jî hate şewitandin. Piştî çalakiyê, helîkopterên Kobra li qadê dan.

BEDLÎS

4’ê Cotmehê saet 07.30’an balafirên şer ên artêşa TC qada Şêx Cûma ya Bedlîsê bomberdûman kirin. Ji ber bomberdûmanê agir bi eraziyê girt.

MÛŞ

Artêşa TC ev demek e li gundên Kulan, Baskan û Mîran ên girêdayî navçeya Gimgim a Mûşê kemînan datîne.

ÇEWLIK

Dîsa li navçeya Kanîreşê ya Çewlikê, artêşa TC li derdora gundên Karahamza û Çartakê bi tevlîbûna cerdevanan jî kemînan datîne.”