31 kesên li Êlihê hatin binçavkirin sewqî Edliyeya Amedê kir

31 kesên li Êlihê hatin binçavkirin sewqî Edliyeya Amedê kir

31 kesên ku li Êlihê bi fermana Dozgerê Komarê yê Amedê hatin binçavkirin sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin.

Di 8'ê Kanûnê de polîs, leşker û tîmên taybet bi fermana Serdozgerê Komarê yê Amedê li Mêrdîn, Qoser, Nisêbîn, Şemrex, Stewr, Kertwên, Ewêna, Sitîlî û Girêmîra di ser gelek avahiyên kurdan û malên nûnerên kurdan de girtin. Di operasyona siyasî de polîs û leşkeran di ser avahiyên, ÎHD, KURDÎ-DER, MEYA-DER, saziyên jinan de û malên wan girtin.

Polîs, leşker û tîmên taybet li Mêrdîn, Êlih û Sêrtê bi tevahî 88 siyasetmedarên Kurd binçav kirin. Polîs û leşkeran li Êlihê 31, li Mêrdîn, navçe û bajarokên wê 40 û li Sêrtê jî 16 kes hatin binçavkirin.

31 kesên Êlihê sewqî dozgeriya Amedê kirin.

31 kesên ku di 8'ê Kanûnê de li Êlihê hatin binçavkirin sewqî Edliyeya Ametê hatin kirin. Li Êlihê endamê Meclîsa BDP'ê Osman Ergin, Hevserokên BDP'ê yên Êlihê Şehmus Azboy û Ayşe Agilgat, rêveberên BDP'ê Eşref Ekinci, Zeynep Tiluktimur, Suleyman Aslan, Mahmut Abî, Mahmut Kaygusuz, Abuzet Alay, Menap Eripek, Zeki Tanguler, Ramazan Ekinci, Serokê navçeya navendî ya BDP'ê Şukru Topkan, rêveberên navçeya navendî Abdulrezzak Katmaz, Mahfuz Altınişik, Hasan Aydin, Murat Okay, Cîgirê Şaredarê Êhihê Hamza Ayiş, endamê meclîsa şaredariyê Şehit Înan, Serokê Meclîsa Giştî ya Bajar Salîh Aktan û endamê meclîsa gişti ya bajar Dîcle Manap, Serokê KURDÎ-DER'a Êlihê Şehmus Aslan, Serokê Şaxa MEYA-DER'ê Ekrem Degîrmencî Mahmut Soner, Aktîvîsta Dayîkên Aştiyê Meyaser Akdag, Endamên BDP'ê yên Êlihê Bedrî Can, Hamdîn Oguz, Îsa Nergiz, M. Ali Dogan, Şemsettin Aydın û Endama Akademiya Jinan ya BDP'ê Mekiye Ormanci. sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin.