3 kesên piştî sûîqesta Serdozger hatibûn binçavkirin, hatin berdan

3 kesên piştî sûîqesta Serdozger hatibûn binçavkirin, hatin berdan

Piştî Serdozgerê Komarê Mûrat Ûzûn li navçeya Pilûr ya Dêrsimê hate kuştin, 3 kesên hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, piştî kuştina Serdozgerê Komarê yê Pilûrê Mûrat Ûzûn, C.S û birayê wî T.S her wiha kesekî navê wî nehate zanîn di operasyonê de hatin binçavkirin, piştî lêpirsînê anîn Edliyeya Meletiyê.

Li vir 3 kesên ku îfade dan, dema ku hate zanîn têkiliya wan bi kuştinê re tuneye serbest hatin berdan.