3 kesan jiyana xwe ji dest da, 16 jê giran 402 birîndar hene

Maseya Krîzê ya Meclîsa Tenduristiyê ya KCD’ê, SES û Odeya Tabîban a Amedê, ava kir, bîlançoya mîtînga HDP’ê ya Amedê aşkera kir. Li gorî raporê 3 kesan jiyana xwe ji dest daye û 16 jê giran 402 kes birîndar bûne.

Maseya Krîzê ya Meclîsa Tenduristiyê ya KCD’ê, SES û Odeya Tabîban a Amedê, ava kir, bîlançoya mîtînga HDP’ê ya Amedê aşkera kir. Li gorî raporê 3 kesan jiyana xwe ji dest daye û 16 jê giran 402 kes birîndar bûne.

Maseya Krîzê wê têkildarî Midûriyeta Tenduristiyê ya Navendî de ji ber ku ambulans li qada mîtîngê bicih nekirine de gilî bike.  Namzetê HDP’ê yê Amedê Îdrîs Balûken ji Serokkomar Erdogan, Serokwezîr Davutoglu xwest ku lêborînê ji gelê Amedê bixwaze.

Maseya Krîzê ya Meclîsa Tenduristiyê ya KCD’ê, SES û Odeya Tabîban rapora têkildarî êrîşa bombeyî ya mîtînga Amedê de aşkera kir. Namzetê HDP’ê Îdrîs Balûken, Nursel Aydogan, Sîbel Yîgîtalp, Nesrîn Şanli û Feleknas Uca û kesên di Maseya Krîzê de cih girtin li ber Serwîsa Lezgîn a Fakulteya Tipê daxuyanî dan.

Rapor ji aliyê Seroka Şaxa SES’ê ya berê Hulya Alokmen Uyanik ve hat xwendin. Uyanik got teqîn saet di 17.55’an de pêk hatiye û teqîna din jî 4 deqe şûnde pêk hatiye.

MUDAXALEYA YEKEM TENDURÎSTVANÊN DILDAR Û GEL KIR

Uyanik wiha got: “Mudaxaleya yekemîn a li birîndaran tenduristvanên dildar ên li qadê û gel kirin. Li gorî îfadeya şahidan heta 25-30 deqeyî ambulans nehatine. Piranî birîndar bi wesayîtên sîvîl birine. Her wiha bombeyên gazê yên hatine avêtin jî mudaxale dereng xistiye. Di nava gel de alozî derxistiye û hejmara birîndaran bi vî awayî zêde bûye.

Necatî Kurul ê 50 salî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye. Şeyhmus Kaçan jî di saetên sibê de li beşa lezgîn a Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê jiyana xwe ji dest daye. Ramazan Yildiz jî ku ji ber teqînê ji jor ket, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.”

Uyanik wiha pê de çû: “Li gorî îfadeyên ekîbên tenduristiyê, li cihê ku teqîn pêk hatiye, gelek parçeyên ji bedena mirovan jêbûna li herêmê hatine dîtin. Piranî kesên birîndar rakirine Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Niha 5 kes girêdayî cîhazê ne û rewşa wan krîtîk e. Li Zanîngeha Dewlet û Lêkolîna Perwerdeyê jî 19 kes di beşa ortopediyê wê bên emeliyatkirin.”

SÊ KESAN JIYANA XWE JI DEST DA 16 KES GIRAN 402 KES BIRÎNDAR BÛNE

Uyanik daneyên destê wan de parve kir û got: “402 kes birîndar bûne. Ji van 140 kes li nexweşxaneyan tên dermankirin. Rewşa 16 kesan giran e. 3 kesan jiyana xwe ji dest daye. 259 kes li ser piyan hatine dermankirin. 19 birîndar li benda emeliyatê ne. Piranî kes li beşa şewatê tên dermankirin. Şewat jî ji ber teqîn û madeya kîmyewî pêk hatiye. Ji birînan bîlyeyên hesin û parçeyên şarapnelê hatine derxistin. Parçeyên ji bedena mirovan yên li qadê, tevî hişyariya xebatkarên tenduristiyê, ji aliyê polîs û xebatkarên îdareya 112’ê hatine berhevkirin û ev rewş di aliyê nasnamekirinê de hîna bi pirsgirêk e.

Ji ber ambulansên Xizmeta Tenduristiya Beşa Lezgîn a 112’ê li qadê nehatine peywirdarkirin, windahî zêde bûne. Em ê têkildarî wan de gilî bikin.”

BALÛKEN: ÊRÎŞ PLANKIRÎ Û ORGANÎZEKIRÎ YE

Parlamenterê Çewlîkê û namzetê HDP’ê yê Amedê Îdrîs Balûken jî got: “Siyaseta Tirkiyeyê êrîşa herî hov a dîroka xwe pêk aniye. Di tevahiya dîroka komara Tirk de êrîşek wisa nehatiye dîtin. Vê êrîşê jî dîroka siyaseta Tirk veguheriye dîroka dîktatoriyê. Êrîş organîzekirî û plankirî hatiye kirin. Yên êrîş pêk anîne jî ev du mehên li qadan heqaretan li HDP’ê diken. Vê zîhniyetê xwestiye piştî Hezîranê hawira kaosê biafirîne. Xwestine bi vî awahî HDP’ê di bin bendê de bihêlin.”

Balûken, diyar kir ku di serî de Serokkomar Erdogan, Serokwezîr Davûtoglû û rayedarên AKP’yî yên bi awayekî bêberpirsyar tevgeriyane ji gel lêborînê bixwazin û got: “Eger lêborînekê jî zêde bibînin, Wê 7’ê Hezîranê gelên Tirkiyeyê derseke ku ji bîr nekin bidin wan.”

Daxuyaniya ku bi sedan kes beşdar bûn, bi dirûşma, “Qatil Erdogan” bi dawî bû. Xizmên birîndaran hê jî li nexweşxaneyê ne.

Li gor agahiyên ji nexweşxaneyan, navên 211 kesên hatin tespîtkirin wiha ne:

Navên 67 birîndarên li Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya li Gazî Yaşargîl a Amedê wiha ne:

Kesên li ser piyan hatine tedawîkirin: Abdurrahman Akin, Suleyman Guneş, Nevzat Kesîcî, Yunus Orak, Hasret Îlerî, Velat Karahan, Cezmî Muga, Mehmet Demîr, Baran Aksoy, Hayriye Guneş, Ferît Dolgun, Harun Çınar, Nevroz Samanci, Mehmet Deger, Hamdusena Şeker, Mazlum Karaarslan, Cengîz Yavuz, Hasan Buga, M.Emîn Alkan, Vasif Akdemîr, Mîsbah Altuntepe, Adil Bulut, Omer Aslan, Seyfettîn Onder, Fîkrî Aydin, Arafat Ozel, Ferhat Altun, Hatîce Çalişkan, Umît Takar, Îdrîs Obul, Ramazan Bîten, Ozgur Altan, Berzan Yakan, Sultan Yeşîl.

Birîndarên li serwîsa normal dimîninin: Alan Karakoç, Mehmet Şah Tanguner, Nurî Ayaz, Nurcan Tiryakî, Burhan Aslan, Fadil Ekîncî, Cahît Oral, Dogan Tanişer, Rozelîn Soner, M.Alî Aydin, Alî Can Ganar, Remziye Yildiz, Mehmet Çelîk, Azîz Tavukçu, Serkan Kuzu, Mahmut Dundar, Şehmus Karaduman, Edîp Tekay, Aydın Ayman, Musa Altaş, Hasîbe Samanci, Ramazan Samanci, Elîf Çerçel, Huseyin Toprak, Vadha Çîçek, Kadîr Bulut, Necmettîn Utku, Alî Akkol, Ronî Malgaç, Umît Guneylî.

Birîndarên li serwîsa lezgîn dimînin: Zulfiye Aksakay, Vahîde Yel, Yasemîn Çîçek Pehlîvan.

Navên 100 birîndarên li Nexweşxaneya Tibê ya Zanîngeha Dîcle:

Kesên li ser piyan hatin tedawîkirin: Bahrî Şeker, Bedrî Kabak, Bîtat Yel, Enîse Çalar, Ferîde Mafrak, Gulseren Ocak, Hasan Çelîk, Hasan Yeşîlkaya, Huseyin Bayram, Huseyin Yilmaz, Îsa Çalan, M.Resul Kiziler, Mansur Erdem, Mazlum Tanyelî, Mehmet Turhal, Mehmet Çîçek, Mehmet Fehmî Donar, Mehmet Serhat Agirmati, Mehmet Turhan, Mîsaîk Ekîn, Murat Kaya, Murat Ulger, Muşaîk Ekîn Gozlem, Pelşîn Başari, Riza Tek, Sîbel Demîr, Şengul Teke, Şiyar Firat Şahîn.

Birîndarên li serwîsa normal dimînin: Abdullah Okal, Agît Eren, Ahmet Uludag, Alev Uluk, Alî Turkmen, Askerî Yildirim, Ayten Ay, Emrah Demîralp, Ercan Hocaoglu, Faruk Çagriş, Ferman Ercek, Feyyaz Denîz, Furkan Atalay, Gulbîn Şanli, Hamdullah Almast, Hamza Yurur, Haşîm Oruç, Huseyin Toprak, Îbrahîm Îyîsoylu, Îskender Yakut, Kasim Çelîk, Kemal Karakoç, xizmê L. Îsa Çolak, Mehmet Aydin, Mehmet Koç, Mîktat Yel, Muhammed Fehmî Doger, Muhlîs Yeşîlirmak, Munzur Berk, Murat Ozel, Mustafa Turenlî, Mustafa Yildiz, Mustafa Zengîn, Nesrîn Bulut, Nurettîn Bayram, Nurhan Turhan, Onder Menekşe, Onder Ozonlu, Ozgur Velat Tekîn, Ramazan Acir, Riza Ozden, Rukiye Eryilmaz, Sabahattîn Berkçîl, Salîha Gokmen, Salîha Gormez, Serhat Agirmatli, Sitki Tekîn, Suleyman Okçu, Suleyman Selçuk, Şehmus Kaçan, Tekîn Yakut, Umutcan Polat, Vedat Ekîn, Yunus Akdemîr, Yunus Yildirim, Yusuf Kocakaya, Suna Ulak, Meryem Gunden, Abdullah Yildiz, zilamekî 4-45 salê yê navê wî nehat zanîn.

Kesên di beşa lezgîn de tedawî dibînin: Cîhan Arslan, Fesîh Karakoç, Lîsa Çolak, Mahfuz Duman, Orhan Tokar, Reyhan Yildiz, Savaş Çagan, Suleyman Zelal, Şefîk Çîçek, Şehmus Batuhan, Mutîh Kaya, welatiyekî navê wî nehat zanîn.

Navê 7 birîndarên li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddin Eyyubî tedawiyê dibînin wiha ne: Berdan Bîçîm (10), Hatîce Ertug Orhan Erdem, Abdullah Ekîn, Şahabettîn Çelîk, Alî Kefer, welatiyekî navê wî nehat zanîn.

Navê du birîndarên li Nexweşxaneya Memorîal tedawiyê dibînin wiha ye: Alî Îhsan Dogru, Erkan Yaman.

Nexweşxaneya Venî Vîdî: Azîze Şen, Namik Kaya, Yavuz Reşîtoglu, Ramazan Umay, Abdullah Dal, Sedat Ozden, Abdurrahman Kirboga, Abdullah Bal, Salîh Barton, Ahmet Kutludemîr, Suleyman Zeral, Sîreç Aydenîz, Volkan Demîr, Ferhat Oral, Salîh Bagirtan, Fesîh Taş, Abdulselam Zumret, Ercan Kurt, Firat Atli, Erhan Ordu, Newroz Reşîtoglu, Nurşen Karabulut, Umît Sanlik, Cahît Oral, Tacettîn Kilinç, Huseyin Toprak, Remziye Yureklî, Şakîr Kanat, Fehmî Ozden, Lezgîn Turan, Nurhak Canay, Kubra Delen, Emre Ekîncî, M. Nur Adanir, Firat Oral.