3 cenazeyên gêrîlayên HPG'ê li navçeya Gercewsa Êlihê, Êlih û Hêşeriya Qosera Merdînê ji aliyê 10 hezaran kesan ve bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin" û çepikan bi meşên girseyî hatin definkirin.
Malbatên gêrîlayên HPG'ê Denîz Silak (Zinar Karlos), Fatma Aslan (Nûda Batman) û Veysî Karahanli (Bextiyar Kendal) ku duh ji Morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin li warên wan bi tevlîbûna 10 hezaran kesan ve bi dirûşmeyen "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Ey şehîd riya te riya me ye" definkirin.
KARWANA CENAZEYÊ GÊRÎLA HEMÛ BENDÊN POLÎSAN RÛXANDIN
Malbata gêrîla Denîz Silak (Zinar Karlos) ku di 4'ê Tebaxê şerê li Colemêrgê de jiyana xwe ji dest da, cenazeyê kurê xwe ji Morsa Saziya Tipa Edlî wergirtin û anîn Qoserê. Malbata gêrîla Zinar piştî encama testa DNA diyar bû û cenaze bi karwanek mezin anîn Qoserê, polîsan xwest pêşiya girseyê asteng bike. Lê dema karwanê bi cenaze re xwest ji Qoserê biçin Bajaroka Hêşeriyê ji aliyê polîsan ve hate rawestandin. Girseya ku ji hezaran pêk dihat helwesta polîsan şermezar kir barîkata polisan ji pêşiya xwe rakir û ber bi Hêşeriyê ve birê ketin. Ji Qoserê heta Hêşeriyê polîsan 2 caran xwest karwana cenaze rawestîne, lê ji ber ku hêjmara girseyê zêde bû girsê bendên li pêş xwe rûxand rêya xwe berdewam kir.
Bi deh hezaran kesên tevlî merasima cenaze bûn, di ketina Bajaroka Hêşeriyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê rakirin û dest bi meşê kirin. Girsê di meşê de bê navber dirûşmeyên "Şehid namirin", "PKK gele, gel li vire" "Ey Şehîd xwîna te li erdê namine", "Tolhildan" "Biji Serok Apo", "Ey Şehîd riya te riya me ye" qêriyan. Piştî wecibeyên olî bicih anîn darbesta gêrîla Zinar Karlos danîn ser milê xwe û heta goristana ser gir meşiyan. Girsê piştî cenaze defin kir ji bo kesên di têkoşina aştî û azadiyê de jiyana xwe ji dest daye rêz girt û sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin.
Li vir bavê gêrîla Zinar Şeyhmus Silak diyar kir ku, ew dê têkoşîna kurê xwe berdewam bikin û wiha got:"Denîzek çû bila tu denîzên din neçin. Dayîka gêrîla Zinar Perizade Silak jî wiha got: "Bila ne leşker û ne jî gêrîla bên kuştin. Bila êdî dayîk negirîn."
‘AKP Û SEROKWEZÎR ERDOGANÊ FAŞÎST DÊ DI VÊ XWÎNÊ DE BIFETISIN’
Parlementerê BDP'ê Demîr Çelik jî diyar kir ku, Deniz Silak û hemû şehîdan bi hurmet bibir tîne û li pêş tekoşîna wan ya şoreşerî hurmetdarin û wiha got: "Silak ji bo doza xwe ya bi şeref û rûmet canê xwe da. Karê xwe bi rûmet heta dawî bicih anî. Em dibêjin rêhevalê me tu rehet razê. hikûmeta AKP ya faşist û Serokwezîr Erdoganê faşîst dê di vê xwînê de bifetise."
Çelîk anî ziman ku, ew dixwazin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û wiha got: "Êdî kes nikare PKK ji gel biqetîne. Kes nikare gel ji Kurdistanê biqetîne. Em soz didin te hevalê min em dê doz û têkoşîna te berdewam bikin." Merasim bi serdana konê şînê bi dawî bû.
GÊRÎLA BEXTIYAR Û NÛDA JI ALIYÊ HEZARAN VE HATIN OXIR KIRIN
Malbata gêrîlayê HPG'ê Veysî Karahanli (Bextiyar Kendal) piştî cenazeyê kurê xwe ji Goristana Bêkesan a Kilyosa Stenbolê wergirtin li Êlihê bi girseyî defin kirin. Di 15'ê kanuna 2011'an de di pevçûna li naçveya Xorxolê ya Çewlîkê de 8 gêrîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan û cenazeyên wan biribûn Stenbolê. Di 14'ê çileyê de li Goristana Bêkesan ya Kîlyosê hatibûn definkirin. Malbata gêrîla Bextiyar Kendal piştî encama testa DNA'yê diyar bûn roja berê cenazeyê kurê xwe ji goristana bêkesan ya Kilyosê ya Stenbolê wergirtin û anîn Êlihê.
Piştî malbatê cenaze anîn Êlihê ji aliyê girseyek mezin ve hate pêşwazîkirin. Malbatê cenaze bi karwanekê birin taxa Beşevler ma Şînê. Girsê piştre cenaze birin Gora Gilbereşê li vir bi girseyî defin kirin. Girsê di meşê de bê navber sloganên "PKK gele, gel li vire", "Bijî serok Apo", "Tolhildan" "Şehîd namirin" qêriyan kirin. Dema karwanê cenaze derbaz dibû girsê jî bi çepik û tilîliyan bersiv da. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê gêrîla Bextiyar bi sloganan hate definkirin. Di merasima cenaze de "Ey reqîp" hate definkirin. Bi hezaran kesan di merasima gêrîla Bextiyar de "Çerxa Şoreşê" xwendin û pişt re bi meş çûn Mala Şînê ya Beşevlerê
LI SER BEDENA GÊRÎLA NÛDA ŞOPA ŞEWATÊ HEBÛ
Cenazeyê gêrîla Fatma Aslan (Nuda Batman) duh ji Morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hate girtin û anîn navçeya Gercewsê ya Êlihê û ji wir jî birin gundê Tilhesenê. Cenazeyê Aslan li gundê Tilhesenê ji aliyê hezaran kesan ve bi dirûşmeyên "PKK gele, gel li vire", "Biji serok Apo", "Tolhildan" "Şehîd namirin" hate definkirin. Dema wecîbeyên olî pêk anîn, li ser bedena Aslan şopa îşkenceyê hate ditin. Hate dîtin ku piyê wê hatibû şikanin, bedena wê hatibû şewitandin û li ser zend û milê wê şopa şewatê xuya bû. Girsê darbesta gêrîla Nûda bi dirûşmeyan heta goristanê birin. Jinan darbesta gêrîla Nûda danîn ser milê xwe û birin li goristanê definkirin. Girsê di merasimê de posterên gêrîla Nûda rakirin û rêz girtin.
Di merasimê de Endama Koordînasyona Lijneya Sazûmankar ya KCD'ê û parlementera BDP'e ya Êlihê Ayla Akat diyar kir ku, kesên Tirkiyeyê bi rêve dibin dê rojekê hesab bidin dayîkên kurdan û wiha got: "Ger ku em îro ji bo ziman, nasname û çanda xwe têdikoşin, bi xêra van ciwanên me yên bedena xwe didin ber mirinê ye. Em dê her roj bêtir bi hêz di ber xwe bidin."