26 kesên li Sêrtê hatibûn binçavkirin anîn Amedê

26 kesên li Sêrtê hatibûn binçavkirin anîn Amedê

26 kesên ku 3 roj berê li Sêrt, Êlih, Bedlîs û Stenbolê hatin binçavkirin ji Sêrtê anîn Amedê.

Di 20'ê Kanûnê de bi fermandariya Serdozgerê Komarê yê Amedê, ji aliyê Fermandarê Cendirmeyan ê Sêrtê ve, li Sêrt, Êlih û Bedlîsê operasyonên hemwext pêk hatin.

Di operasyonê de 36 kes hatin binçavkirin. Bi fermana Dozgerê Komarê yê Amedê Sêrtê li 16, li Êlihê 2, li Bedlîsê 2, li Stenbolê 18 kes bi tevahî 38 kes hatin binçavkirin. 4 kesên ku li Sêrt û Êlihê hatin binçavkirin li Fermandariya Cendirmeyan serbest hate berdan.

Ji 18 kesên Stenbol 8 kes serbest hatin berdan û 10 kes jî anîn Sêrtê. 26 kesên ku li Sêrtê 3 rojin di bin çavan dene, ji Sêrtê veguhestin Dozgeriya Komarê ya Amedê.