22 çeteyên din jî yên birîndar anîn Serêkaniya Rihayê

22 çeteyên din jî yên birîndar anîn Serêkaniya Rihayê

Piştî çeteyên çekdar êrîşî bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê kirin û pevçûna destpêkir, 22 çeteyên birîndar anîn Serêkaniyê. Ji duh ve hêjmara çeteyên birîndar yên anîne Serêkaniyê gihan 40’an.

Piştî komên çete yên êrîşî Serêkaniyê kirin û pevçûn derketin, YPG’ê jî bimîslî bersiv dabû. Çeteyên di pevçûnê de birîndar bibûn tînin Serêkaniyê. Duh 18 çeteyên birîndar anîbûn Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê, ji vana 3 mirin û 4 jê birîndarên giran rakiribûn nexweşxaneya Rihayê. Di pevçûnên îro yên li Serêkaniyê dom kirin de jî 22 çeteyên birîndar bi ambûlansan anîn Serêkaniya Rihayê û rakirin Nexweşxaneya dewletê ya Serêkaniyê. Hate hînbûn ku, endamên komên çete yên birîndar 2 jê mirin û 8 jî rakirin Rihayê.

Pevçûnên ji duh ve li Serêkaniyê didomin hêjmara endamên komên çete yên birîndar bûne û anîne navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ji 40’an zêdetirin. Ji vana 5 mirin, 15 kesên ku rewşa wan girane jî sewqî nexweşxaneyên cûda kirin.

Car carna endamên komên çete li sê avahiyên beramberî Mala Mamostayan ya Serêkaniya Rihayê û weke biryargehê bikartînin tên gel hev, her wiha pevçûnên li Serêkaniyê jî bi awayek tund berdewam dikin.