Rewşenbîrê mezin, rojnameger û nivîskarê Kurd ê navdar Mûsa Anter an jî Apê Mûsa di 20'ê îlona sala 1992'yan ango beriya 20 salan li taxa Seyrantepe ya Amedê ji aliyê JÎTEM'a tirk ve hate qetilkirin. Bi ser qetilkirina wî re 20 sal derbas bûn, lê li Tirkiyeyê hê jî kujêr nehatine darizandin û cezakirin. Heta niha kujerên Apê Mûsa ji aliyê dewleta Tirk ve tên parastin. Apê Mûsa her sal bi çalakiyan tê bîranîn.
Kujêrên Rojnagemer-Nivîskar û Rewşenbir Musa Anter ku di nava kurdan de Apê Mûsa tê nasîn û di 20 Îlona 1992'an de ji hêla JÎTEM'ê ve hatibû kuştin, 19 sal in hêj derneketine holê. Her sal bi boneya bîranîna Apê Mûsa û cezakirina kujeran çalakiyên rengîn tên lidarxistin.
Musa Anter (Apê Musa) ku di 20 Îlon'a1992'an de li Seyrantepeye Amedê hatibû qetilkirin, di ser kuştina wî re 19 sal derbas bûn. Li ser kuştina Apê Musa gelek daxûyani hatin dayîn. Lê tu pêşketin çênebû. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), ji ber kuştina Apê Musa bi 25 hezar Euro tazmînata manewî 3 hezar 500 Euro jî lêçûna dadgehê ceza li Tirkiyeyê birîbû.
Li ser îtîrafên Abdulkadîr Aygan piştî 17 salan ji hêla Serdozgeriya Taybet a Amedê ve lêpirsîn hatibû destpêkirin û biryara girtina endamên JÎTEM'ê hatibû dayîn. Serdozgeriyê derbarê îtîrafkarên bi navên Cemîl Işik, Alî Ozansoy, Abdulkadîr Aygan, Hamît Yıldırım, Mahmut Yildirim (Yeşîl) û serbaz Cem Erseverê hatibû kuştin de lêpirsîn dabû destpêkirin lê heta niha yek ji van nehatiye binçavkirin. Li ser kuştina Apê Musa 19 sal derbas bûn. Serokwezîr Erdogan ku gotibû,"Em êşa Musa Musa tu caran ji bîrnakin" lê ji bo ku kuştina Apê Musa bê ronîkirin heta niha tu gav neavêtiye, li rexmê wê siyasetmedarên Kurd careke din dike hedef.
Zanyarê Kurd Apê Musa di 20. salvegera qetilkirina xwe de, sibê li Navenda Çanda Mîttanî ya li navçeya Mêrdînê Nisêbînê tê bibîranîn. Di merasîma bîranînê de wê pêşengeha wêneyan were nîşandan herwiha pêşbaziya ku çapemeniya Azad hersal ji bo bîranîna Apê Musa lidar dixe jî pê were.Di pêşbaziya ku Azadiya Welat û Ozgur Gundem hev re organîze dike de wê xelatên Musa Anter û Şehîdên Rojnamevaniyê ji bo bîranîna rojnamevanên hatine qetilkirin bên belavkirin. Piştî merasîmê jî wê gel bi girseyî biçe serdana gora Anter a li bajaroka Stiliyê.
Apê Musa di sala 1918'an de li gundê Zivîna ya Nisêbinê ji dayîk bû. Dibistana seretayî li Mêrdînê û dibistana navîn û lîse jî li Edeneyê xwend. Di mehên havînan de çû ba kurdên Rojavayê Kurdistanê ku. Li wir Kamûran Bedîrxan, Osman Sebrî, Haco û Emînê Ahmedê jî hebûn. Bi penç hevalên xwe re Cemiyeta Rizgarkirina Kurdistanê ava kir.
Binçavkirina wî ya destpêkê di dema serhildana Dersîmê de çêbû. Ji ber ku dujîn (Çêr) dabû diya Mustafa Kemal 45 rojan hatibû binçavkirin. Ji bo ku kurê Anter Axa bû ji hêla Mustafa Kemal ve hatibû efûkirin. Di 1941'an de çû Stenbolê. Fakulteya Hiquq a Stenbolê qedand lê parêzeriyê dike û dozgeriyê nake. Di sala 1959 de ji ber 49'an, di 1970'an de dema Ocaxên Çandê yên Şoreşger ên Rojhilat û 12 Îlonê de ji ber ku propagandaya kurdiniyê kiriye, hatibû girtin.
Anter, cara yekemîn di sala 1934'an de hate girtin û 10 sal ceza xwaribû. Zewicî bû û bavê 3 zarokan bû. Di sala 1971'an de TÎP'ê (Partiya Karkerên Tirkiyeyê) de rêveber bû û li Ozgur Gundem, Yenî Ulke yê qunciknivîsî dikir. Anter di sala 20'ê Îlona 1992'an de li Amedê di encama êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da.