20 hezaran bi dengekî gotin ‘Ji Ocalan re Azadî’

20 hezaran bi dengekî gotin ‘Ji Ocalan re Azadî’

2'mîn Mîhrîcana Fistiqan ya Sêrtê ya ji aliyê Şaredariya Sêrtê ve bi slogana "Ziman û Çand li Xwezaya Botanê digêjin hev" bi konserê berdewam kir. Di konsera ku 20 hezar welatî tevlîbûn de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak diyar kir ku, Serokwezîr Erdogna dibêje "Em dê destnedayina wan rakin" û wiha got: "Em dibêjin hûn bê minetin. Ez bang li Erdogan dikim û dibêjim min di hilbijartina par de 50 hezar deng girtibû. Ger ku ez yek dengî kêm bigirim ez dê îstîfa bikim.

2'mîn Mîhrîcana Fistiqan ya Sêrtê ya ji aliyê Şaredariya Sêrtê ve bi slogana "Ziman û Çand li Xwezaya Botanê digêjin hev" bi konsera 20 hezar kes amade bûbûn berdewam kir. Konser li Girê Roviyan hate lidarxistin. Di konserê de pirtûkên çîrokan yên Kurdî li welatiyan hatin belavkirin. Mihrîcanê piştî bafirokan ya ji bo zarokan di demjimêrên êvarî de li Statyoma Bajar konser hate lidarxistin. Beriya konser li statyomê destpê bike polîsan Stadyom dorpêç kir û tedbîrên mezin girtin. Di konserê de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Şaredarê Sêrtê Selim Sadak, Rojnameger Cengiz Çandar, Endamê meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê jî di nav de nêzî 20 hezar kes amade bûn.

Girseya ku bi piranî ji ciwanan pêk dihat, jinan jî bicilên xwe yên neteweyi bal kişandin ser xwe. Girseyê di konserê de bê navber sloganên "Biji Serok Apo", "Şehîd namirin", "PKK gele, gel li vire" û "Ji Ocalan re azadî" berz kirin. Konserê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest daye bi rêzgirtina deqeyekê dest pê kir.

SADAK: DIVÊ SEROKWEZÎR DAXWAZÊN GIRTIYAN BIBERSIVÎNE

Di konserê de Şaredarê Sêrtê Selim Sadak diyar kir ku, niha 8 hezar siyasetmedarên Kurd girtî ne û girtiyên siyasî ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin ketine gireva birçîbûnê. Sadak bang li Serokwezîr Erdogan kir û xwest daxwazên girtiyan bibersivîne. Sadak anî ziman ku, muxatab Ocalane û xwest bi Ocalan re muzakereyan berdewam bike.

KIŞANAK: PIRSGIRÊK DÊ LI SER MASÊ ÇARESER BIBE

Piştî axaftinê, Sadak ji ber xebatên Serokê Yekîtiya Fistiqên Sêrtê Şuayip Aslan ya derbarê fistiqên Sêrtê de plaket da Aslan. Piştre Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak diyar kir ku, Serokwezîr Erdogan dibêje "Em dê destnedayina wan rakin" û wiha got: "Em dibêjin hûn bê minetin. Ez bang li Erdogan dikim û dibêjim min di hilbijartina par de 50 hezar deng girtibû. Ger ku ez yek dengî kêm bigirim ez dê îstîfa bikim. Rêya çareseriyê dê gel nîşanî me bide. Pirsgirêk dê li ser maseyê çareser bibe. Pirsgirêk dê bi muhatabbûna Birêz Abdullah Ocalan çareser bibe."

Piştî axaftinan Xwejin Botan derket ser dikê û konser da. Pişt re hunermend Îlkay Akkaya û Diyar derketin ser dikê û star gotin. Girsê di konserê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" berz kir.