20 gundên Til Temir hatin rizgarkirin
Di çarçoveya 'Pêngava Fermandar Rûbar' de hêzên YPG/YPJ'ê 20 gundên Til Temirê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.

Li gorî agahiyên nûçegihanên ANHA’yê ragihandin, şervanên YPG/YPJ’ê di çarçoveya 'Pêngava Fermandar Rûbar' de 20 gundên Til Temir ên xeta xabûr ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Hat destnîşankirin ku gundên beha mijarê di encama şer û pevçûnên şevê din de hatine rizgarkirin û gundên Til Nesrî, Til Şamîran û Xêbiş jî çend ji van gundan e.
Şervanên YPG/YPJ’ê ji 6’ê Gulanê ve 'Pêngava Fermandar Rûbar' bi armanca paqijkirina herêma Çiyayê Kizwanan dan destpêkirin. Di encama pêngavê de şervanên YPG/YPJ’ê duh herêma Çiyayê Kizwanan ji çeteyan rizgar kirin. Her wiha gelek gundên Til Temir ku çeteyan dargirkiribûn ketibûn çembera YPG’ê.