Li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê û Girtîgeha Tîpa L a Rîzeyê 20 ji doza PKK û PAJK'ê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin di 24'ê Îlonê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin.
Di 12'ê Îlonê de girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê yên li hemû girtîgehên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê biryar girtin ku ji bo şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan baş bibin û daxwaza Ocalan a azadiya fîzîkî, tendurîstî û ewlehiyê bê qebûlkirin, li girtîgehan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.
Girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê li girtîgehên Amedê û gelek girtîgehên din di 12'ê îlonê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin û çalakiya we di roja 13'emîn de berdewam dikin. Li ser van çalakiyan 20 girtiyên din ên Girtîgeha Erziromê û Rîzeyê jî di 24'ê Îlonê de dest bi çalakiyê kirin. Li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê u Girtîgeha Tîpa L a Rîzeyê 20 endamên PKK û PAJK'ê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin di 24'ê Îlonê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin.
Li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê Hacî Sincer, Selman Gulbahçe, Sinan Gencer, Omer Çelik, Adem Yilmaz, Muzaffer Yilmaz, Kanî Çelîk, Îbragimov Vezîr Abbassaviç, A. Kadîr Irmak û Veysî Akgonul di 22'ê Îlonê de dest bi çalakiyê kirin. Li girtîgeha Tîpa L a Kalkandereya Rîzeyê jî Sedat Çayir, Mehmet Înatçı, Îlhan Dayan, Mazhar Tumen, Şerîf Erten, Recep Bal, H. Mesut Çelebî, Edip Erdem, Mahsum Kahraman û Metin Toprak di 24'ê Îlonê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.