20 ciwanên di bin çavan de şandin Agiriyê

Li Taxa Uluyol a Bazidê 20 ciwanên ku bertek nîşanî fihûşê dan û hatin binçavkirin, sewqî Agiriyê hatin kirin.

Ciwanên ku agahî girtin li navçeya Bazid a Agiriyê li Taxa Uluyol, li Kolana Akasya di malekê de fihûş tê kirin, ber bi mala ku fihûş lê dihat kirin meşiyan, lê beriya meşê polîsan tedbîrên ewlehiyê girtin û ciwan hatin binçavkirin. Ciwanên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Bazidê û ji wir jî sewqî Agiriyê kirin.

Ciwanên hatin binçavkirin navê wan wiha ne: Emrah Kandemîr, Yilmaz Oktay, Emîn Gok, Omer Sari, Abdullah Ozcan, Ridvan Akkuş, Erkan Uçar, Sînan Turan, Bedîrhan Îper, Halîl Ozbay, Osman Îlhan, Serhat Turan û Mustafa Çelîk.