Li Cizîrê ji 8 kesên ku hatin binçavkirin 2 jê zarok hatin girtin
8 kesên ku 4 jê zarok yên li taxên Cûdî û Nûrê hatin binçavkirin û birin midûriyeta polîsan sewqî dadgehê hatin kirin. Ji 8 kesan 4 zarok sewqî dozgeriyê kirin û li dozgeriyê îfade dan. 4 zarok bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. Heyeta dadgehê Y.D (15) û A.K. (17) serbest berdan û zarokên bi navê Ş.E. (15) û N.T. (16) girtin û şandin girtîgehê.
Kesên bi navê Cevahir Haykir (48), Cengîz Ovez (48), Hasan Ergin (18) û Azad Darga (18) jî hêj di bin çavan dene.