Cenazeyên 2 kesên sivîl yên li Wanê di 23'ê Îlonê de bi îdîaya gêrîlayên HPG’ê de di malekê de hatin û înfazkirin birin Meletiyê.
Di 23'ê îlonê de li gundê Zêvkê yê Wanê tîmên taybet û polîsan di demjimêr 17.00-18.00'an de operasyon li dar xist û 2 kesên tê gotin gêrîlayên HPG'ê ne bi saxî hatin înfazkirin. Cenazeyên 2 kesên sivîl şandibûn Morga Nexweşxaneya Lêkolînê ya Herêmê. Cenaze pişt re şandin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Şahidê bûyerê diyar kiribûn ku, 2 kes bi saxî hatine înfazkirin. Heta niha derbarê nasnameya cenazeyan de tu agahî nehat bidestxistin.