2 kes li Wanê hatin girtin
Li navçeya Erdîş a Wanê 2 kesên dema ji xebatên hilbijartinan ên HDP’ê vedigeriyan hatibûn binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Li navçeya Erdîş a Wanê 2 kesên dema ji xebatên hilbijartinan ên HDP’ê vedigeriyan hatibûn binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Li navçeya Erdîş a Wanê rêveberê DBP’ê Necmettîn Açik û endamê Meclîsa Ciwanan a DBP’ê Azîz Altin ên duh dema ji xebatên hilbijartinê vedigeriyan li Taxa Kocapinar ji aliyê polîsên sîvîl ve hatin binçavkirin, ji midûriyeta polîsan sewqî Edliyeya Erdîşê hatin girtin.
Açik û Altin ji aliyê dozgeriyê ve bi hinceta “endamê rêxistinê ne” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Açik û Altin hatin girtin û şandin girtîgehê.