Serokê TUHAD-DER ya Mûşê Giyasetîn Kirtan ku hatibû binçavkirin serbest hate berdan, rêveberê komeleyê Omer Koç û Rizgar Kirtan jî hatin girtin.
Serokê TUHAD-DER’a Mûşê Giyasettîn Kirtan, rêveberên komeleyê Omer Koç û Rizgar Kirtan ku di 13’ê Îlonê li bajarokê Kizilagaç yê ser bi Mûşê ve hatibûn binçavkirin, piştî karûbarên fermî yên li emniyetê bidawî bûn, sewqî Edliya Mûşê kirin. Di îfade dayîna li Dozgeriyê de ji 3 kesan Serokê TUHAD-DER’a Mûşê Giyasettîn Kirtan serbest hate berdan, 2 kesên din jî bidaxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Giran ya Nobedar hatin kirin. Koç û Rizgar Kirtan bi îdîaya “alîkarî û malovanî ji rêxistinê re kirine” hatin girtin û şandin girtîgehê.