Li Colemêrgê kesên bi navê Ezîz û Erdal Temel bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin.
3 roj berê li taxa Daggol ya Colemêrgê polîsan di ser gelek malan de girt û Ezîz Temel û biraziyê wî Erdal Temel, hatin binçavkirin. Piştî lêpirsîna wan ya li Midûriyeta polîsan sewqî dadgehê hatin kirin. Heyeta dadgehê Ezîz û Erdal Temel bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" girtin û şandin girtîgehê.