2 gerîlayan li Dihê jiyana xwe ji dest dan

2 gerîlayan li Dihê jiyana xwe ji dest dan

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê aşkere kir ku di encama pevçûna li navçeya Dihê ya Sêrtê qewimî de 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 3'ê Cotmehê de di saet 21.30'an de li navçeya Dihê aya Sêrtê li nêzî qereqola Memîra di navbera leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê û gerîlayên me de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Herweha du rêhevalê me jÎ bi lehengî şer kirine û gihîştine şahadetê. Nasnameyên rêhevalên me yê gihîştine şahadetê dema hate zelalkirin wê ji raya giştî re were eşkere kirin.”